Dengê Dîwana Lahayê: Hevkariya bi Îranê re, hevrênebûna bi Emerîkayê
Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî, civaka cîhanî bo cihanîna dengê dîwana navneteweyî ya dadweriyê vexwend û ji dewletan xwest ku bila alîkariya dewleta sûçkar a Emerîkayê nekin.
Xulamelî Xweşrû, roja pêncşemiyê li civîna civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi mijara rapora dîwana navneteweyî ya dadweriyê bo civata giştî got: Biryarnama 2231`an a Konseya ewlehiyê ser pêwîstiya hêsankirin û berfirehkirina peywedniyêîn aborî û ticarî bi Îranê re teqez dike û ji hemî dewletên endamê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî xwest ku bila rêketina navokî cih bînin.
Piştî derketina Emerîka ji rêketina navokî û vegeryana boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê, Têhranê ji Waşentonê cem dîwana navneteweyî ya dadweriyê doz vekir.
Ev dîwana 3 Cotmeha 2018` an bi raghandina vê yekê ku hêjatiya hilkolandina şikata Îranê ji Emerîkayê ji ber binpêkirina peymana hevaltî û peywendiyên aborî, mafên konsûlî yên sala 1955` an navbera her du welatan heye, bona îbtalkirina boykotên derman, xawrek û hewayî yên Emerîkayê li dijî gelê Îranê, biryarek da ku divê cih were.
Li gor biryara dîwana navneteweyî ya dadweriyê, Emerîka divê berpirsiyariyên xwe li gor peymana hevaltiyê cih bîne û divê dev ji kiryarên sînorkir ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê berde. Dewama yekalîxwazî û sersariya Emerîkayê li hember biryara dîwana navneteweyî ya dadweriyê dikare bandorên pir kavilkir ser tendrustî û jiyana gelê Îranê hebe.
Yanê di hevhatina dîwana navneteweyî ya dadweriyê hatiye destnîşankirin ku boykotên yekalî yên Emerîka li dijî Îranê neqanûnî ye.
Sersariya dewleta niha ya Emerîkayê li hember hevhatina dîwana navneteweyî ya dadweriyê berpirsiayriyên navneteweyî bi dû xwe re tîne û her welatê ku bi Emerîkayê re li boykotkirina gelê Îranê hevrêtiyê bike weke alîkariya bo dewleta sûçkar a Donald Trump serokkomarê Emerîkayê dê bê hesabê.
Hema li vê barê Elîriza Cehangîrî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Holandayê got: Ji bilî Emerîkayê hemî welatên cîhanê jî biryara dîwana navneteweyî ya dadweriyê cih bînin û divê welatên din ên cîhanê jî sînor û berbendan pêk neynin.
Emerîka xêncî ku biryarnama 2231`an Konseya Ewlehiyê ya NY ya cihanîna rêketina navokî berçav nagre heta ji ber cihanîn û sekinîna ser vê biryarnama qanûnî gefê li welatên din jî dixwe û wan tenbêh dike.
Ev kiryara dewleta niha ya Emerîkayê binpêkirina eşkere ya manîfesta Neteweyên Yekbûyî û mudaxila li karûbarên navxweyê yên welatên din e.
Di rewşeke wiha de, Ev çavrêtiya heye ku welatên endamê NY baweriya xwe li biryara dîwana navneteweyî ya dadweriyê bona boykota Îranê bînin û tevlî dewleta bêqanûn a Emerîkayê nebin da ku meydanê bo yekalîxwaziya zordarane ya vî welatî tengav bikin. Helbet li vê çarçoveyê, welatên curbicur raghandin ku dê bi boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê hevrê nebin û ev çavrêtiya heye ku ev pêvajoya berfirehtir bibe da ku Emerîka zêdetir ji berê bikeve tecrîdê.
Li vê barê, Marya Zaxarova berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja pêncşmeiyê cardinê ser helwêsta bingehîna vî welatî derheq neqanûnîbûna boykotên yekalêî yên Emerîkayê sekinî û got: Hevkariya Rûsiyê û Îranê li warê enerjiyê, bi awatyekî sunetî yek ji mijarên giring ya di rojeva hevkariyên aboriyê yên du welatan e.
Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên dreve yê Tirkiyê jî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka bêyî berçavgirtina raya saziyên navneteweyî û dewletan dest bi boykota welatan dike û got: Boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, biryara Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nîne û bi awayekî yekalî hatiye girtin.
Hevkarînekirina welatan bi siyaseta yekalî ya Emerîkayê, ne tenê weke cihanîna prensîpên li manîfesta Neteweyên Yekbûyî ye, belkî dê cîhanê ji aloziyê rizgar bike.
Her wiha, parastina qanûnê ji aliyê welatan dê vê peyamê bide Emerîkayê ku xalifîna ji wê ji wan biryara Dîwana navneteweyî ya dadweriyê ser qezanca Îranê berpirsiyarên navneteweyî bi dû xwe re tîne û dûhatên hiqûqî dê hebe.