Cotmeh 24, 2018 18:15 Asia/Tehran
  •  Depoyên çek û sîlehên PKK li sînorê Iraqê, gefek bo vê navçê

Berpisrên iraqî li Bexda û Hewlêr li bara guhestina gelek çek û sîlehan ji aliyê endamên partiya PKK bo deverên li derdora çiyayên Qendîlê li bakurê Iraqê û sînorê navbera Îran û Tirkiyê agahî dan.

 Rojnama  qeterî ya El-Erebî El-Cedîd ji zarê bepirsekî pilebilind ê iraqî nivîsî: Koma PKK piştî ku kariye  çend ton çek û sîlehan  ji wan mûşek, gullên top û çekên nîvgiran ji koma terorîstî ya DAIŞê bi dest bixe û ew guhestin  çiyayên  Qendîlê û  li wir depo kirine.

  Li gorî gotina vî berpirsê iraqî, ev çek û sîleh ên artêşa Iraqê ne ku koma DAIŞ` ê li sala 2014` an  ev girtine bin kontrola xwe û divê ji artêşa vî welatî re bên zinrandin.

  Vî berpisrê iraqî her wiha  hebûna van çek û sîlehan bo xelê gundên sînorî bi talûke dan zanîn û destnîşan kir ku ev bar dê bibin sedem bala balefirên  Tirkiyê  bên kişandin ku li  nêçîra wan in li encama bombebaerana  vê navçê an hitmala  teqîna  van çek û sîlehan, dê  canê xelkê gundan bikeve xeterê.

  El-Erebî El-Cedîdê di dewamê de nivîs: Berpisrên herêmî yên Hewlêrê emerîkî bi  kiryarên PKK li çiyayên  Qendîlê hesandine lê wer tê xûyanê di rewşa niha hizûra endamên vê komê li navça navbuhurî ser qezanca  Emerîkayê be.

  Helgurd Hemîd ji çalakêvanên parêzgeha Dihokê jî li vê barê got: Xebatên  koma  PKK û cebilxanên  wan û her wiha  geştlêdana hêzên vê komê ku  dikevin ber êrişên  balefirên artêşa Tirkiyê, gefek tên hesabê bo zêde ji 200 gundên kurdnişîn.

  Li gorî gotina vî çalakvanê kurd, depoyên  çek û sîlehan ên PKK li quntarê çiyayên Qedîlê de ne mîna  bombeyên sietî ne tevî ku xwedûrkirina  hikûmeta  Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge ji rûbirûbûna  bi hêzên PKK li dewera buhurî, bûye sedema  xalifîna vê komê.

  Helgurd di dewamê de  koma PKK  berpirsê xisarlêxistina   li xelkê sivîl da zanîn  ku ji  mayîna şervanên  vê komê li navçên  xwe û dagirkirina  van navçana  û kavilbûna  erdê wan razî nînin.

  Di hemen demê de  Cozef Selîwa ji nûnerên  parlemana  Iraqê û gotûbêja  bi El-Erebî El-Cedîrê re diyar kir: Koma PKK ji axa Iraqê wek meydanekê bo xebatên xwe îstifade kiriye û ewlehiya  welêt dixe ber xeterê û hin pirsgirêkan bi Iraqê pêk tîne.

  Selîwa daxwaza rawestandina  êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser navçên  kurdnişîn ên Iarqê  kir û ser pêwîstiya  derketina  PKK ji axa Iraqê teqez kir.

 Hêzên Pêşmergê kurd dibêjin piştî işkesta  koma terorîstî ya  DAIŞ`ê li Iraqê vê komê gelek çek û sîlehên artêşa  Iraqê ku li sala 2014` an  xistibûn bin kontrola xwe, cih de hiştiye û niha  ev çek û sîleh di destê PKK de ne.