Cotmeh 19, 2018 17:25 Asia/Tehran
  • Xwesteka Pompêo ji Enqerê bona azadkirina zîndsaniyên din ên amerîkî li Tirkiyê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji dewleta Tirkiyê xwest wek Qeşeyê amerîkî yê tawanbarê sîxuriyê, zîndaniyên din ên amerîkî yên li Tirkiyê azad bike.

Li halekê ku tenê çend roj ji azadiya Endro Bronson, qeşeyê amerkî yê tawanbarê sîxuriyê li Tirkiyê re derbas bûne, Mayk Pompêo, roja çarşemiyê li hevdîtina bi Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê re, xwest ku zîndaniyên din ên amerkî ji wan Serkan Gulge, welatiyê tirk- amerîkî û karzanê berê yê NASA`yê werin azadkirin.

Xwesteka Pompêo ya ji bo azadkirina zîndaniyên din ên amerkî li Tirkiyê li halekê ye ku azadiya Endro Bronson rastî bertek û nerizamendiya tund a gelek ji partî, kom û xelkê Tirkiyê ve hatiye û ew dewleta wî welatî tawanabr kirine ku li siyaseta derveyî gotinên newekhev dibêje û sîstima dadweriya wê jî bi tunebûna serxwebûnê re tawanbar kirine.

Berî niha Ozgûr Ozel, alîkarê Partya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP), wek rexneya ji azadiya Bronson gotibû ku karê dewleta vî welatî ya li bara azadkirina welatiyê amerkî yê tawanbarê sîxuriyê, eslê serxwebûn û cidakirina hêzan li vî welatî xistiye bin pirsan.

Wer xuya dike mijara ku bandora xwe daniye ser biryara Tirkiyê, rewşa Minbic û rojhilata Firatê li Sûriyê ye. Tirkiye eva mideheka zêde ye ku rewşa bakûra Sûriyê dilgiranker daye zanîn û li dû vê yekê bûye ku bi zextên siyasî û leşkerî, komên Kurd ên çekdar ji vê navçeyê derxîne. Karê ku li rojavaya çemê Firatê û Efrînê bi operasyona leşkerî ya Tirkiyê re qewimî, lê li rojhilata çemê Firatê, hebûna Amerîkayê û piştgîriya vî welatî ji komên çekdar ên Kurd, bûne berbendek li hember operasyona leşkerî ya Tirkiyê.

Berî niha Tirkiye û Amerîka gihîştibûne hevhatinekê ku li gorî wê ev komên çekdar wê Minbic biterikandana, lê niha wer xuya dike ku ev hevhatina wisan ku Tirkiyê li dû wê bûye cih nehatiye û her ji ber vê yekê Tirkiyê li dû hin karan e ku bikaribe rewşê li ser xêra xwe biguherîne. Rewşa ku ku heya niha Tirkiyê nekariye bi zexta leşkerî bigihîje wê.

Niha azadiya Bronson nikare dikare xalek be ku Tirkiye kariye wê ji bo danûstandina bi Amerîkayê re bona zextanîna ser komên çekdar ên Kurd ên li Minbicê bi kar bîne. Girîngiya mijara danûstandinê ji bo Tirkiyê ew qas e ku Pompêo pêhesiya ye ku dikare wê ji bo zextanîna ser Tirkiyê bi kar bîne û her ji ber wê jî xwestiye ku welatiyên din ên Amerîkayê jî werin azadkirin.

Wisan ku Aykan Erdemîr, nûnerê berê yê Meclisa Tirkiyê û şêwirmendê Navenda amerkî ya Maf û dadê dinivîse: Nabe ku Amerîka reftara Tirkiyê, reftareka asayî bide nîşandayîn û divê rêyekê peyda bike ku hemî kesên girtî werin azadkirin û ji aliyê din ve jî ev serederiya zorbêjane ya Erdogîn bi dawî were.

Bi vî halî kiryara Tirkiyê û danûstandina bi mijara Bronson, danûstandinek e ku dikare Tirkiye bêîxe rewş û cîgeha lawaziyê. Mewqiya ku Tirkiyê têde karta xwe ya qazanc û serketinê ji dest daye û xwe têdixe bin zextên siyasî yên Amerîkayê. Eger ku Tirkiye dilgiranê rewşa rojhilatê Minbicê ye û dixweze ku komên terorîst û çekdar ji vê navçeyê derkeve, divê bi dewleta Sûriyê re hevkariyê bike û divê xwazyarê sepandina serweriya dewleta qanûnî ya Sûriyê li vê navçeyê be.