Cotmeh 17, 2018 19:26 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilaba Islamî: Raberkirina wêneya berovajî derbarê rewşa Îranê de destûrkara herî girîng a dijmin e

Hezretê ayetullah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî vê sibê di hevdîtina digel zêde ji 2 hezar kes ji bijareyên ciwan û dahênerên bijare yê warê zanistê yên seranserî welêt de, hewildan û çalakîya bi dehan hezar kesên bijare li seranserî Îranê raxînera wêneyeka hêvîçêker û rastî deheq rewşa welêt zanî.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bal kişand ser rol û bandora bijareyên ciwan li palandarêjîya durist ji bo pêşeroja welêt û raberkirina agahî û wêneyeke çewt, nerênî û hêvîşikên derheq rewşa Îranê destûrkara herî girîêng a roja îro ya dijmin zanî û pêgirî kir: Lê, bi kerem û alîkarîya Xwedê rewşa welêt tam berovajî wî tiştî ku pergala serdestîxwaz nîşan dide. Hezretê ayetullah Xaminêyî mirovên kêrhatî û baş û bijareyên çalak û pêşber xizîne û darayîyeke mezin bi nav kirin û pêgirî kir: Ev xizîneya wekî her xizîneyeke din li ber xetera timah û talankerîya dijmin e ta ku sûdê jê wergire û di warê zanist û têknolojîyê yanî babetên ku darayî û şîyanê pêk tînin de jî pawanxwazîyê bike.

Pawankirina zanist û têknolojîyên pêşketî roja îro bûne emrazeek girîng ji bo serdestîya dijminan li hemberî gelan. Amerîkayê di hemî salên buhurî de emrazên zextê ji wan boykotên warên zanist û têknolojîyê li dijî Îranê bi kar anîn ta ku Îranê hewcedar bike û tenê bihêle. Niha jî armanca Amerîkayê girtina pêşîya pêşketin û geşûatîya zanistî ya Îranê ye. Wisa ku rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî got, yek ji warên bandordanîna bijareyên welêt, rolwergirtina wan li şikandina sînorên cîhanî yên zanistê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî çend rojan berî niha dema bangewazîya ji bo kemilandina mînaka pêşketina Îranê ya di 50 salên pêşber de jî bal kişand ser pêwîstîya pêşketina di warê zanistê de û got: Ev hereketa divê wisan be ku Îran heta 50 salên din di warê berhemanîna hizir, zanist  ûtêknolojîyê de di rêza 5 welatên pêşketî yên cîhanê de cî bigire.

Bê şik hereketa di vê rêyê de zehmet û dijwar e lê, bi hebûna ciwanên dahêner û zêdebûna berbiçav a bijareyan di nav ciwanên welêt de mirov dikare sînorên keşif û zanista cîhanî berfire bike. Roja îro tevî boykot û pawanxwazîyên zilhêzên cîhanî di warê zanistê de, navê Îranê di gellek zanistên istiratêjîk de li rex navê welatên sereke yên cîhanê da cî girtîye.

Li gorî rapora Navenda Nature Index`ê ku di 24`ê Çilleya 2018`an de hat weşandin, Komara Islamî ya Îranê di dehsalîya buhurî de bi geşatîya salê ya sedî 22`yê anegorî welatên din ên cîhanê, pêşketina herî mezin û zêde di warên zanist û tênkîka muhendisî de hebûye û di van waran de di rêza yekem a cîhanê de cî girtîye. Li gorî agahîyên ku Navenda Scopus`ê ku yek ji navendên kivşkirina geşatîya zanistî ya welatên cîhanê ye, Komara Islamî ya Îranê di warê berhemanîna zanistê di rêza 16`an a cîhanê de ye. 

Richard Stone sêkrêtêrê çiqa navnetewî ya Kovara Science`ê di vî warî de dibêje: Ez civaka zanistî ya Îranê ango zanyarên îranî nas dikim û divê bêjim ku tevî zextên ku Îranê li hemberî wan li ber xwe daye, civaka zanistî ya Îranê di warê serketina li hemberî boykotan de, dahênerîyeke gellekî zêde hebûye û rikeberîya xwe li civaka zanistî ya cîhanê parastîye.

Hezretê ayetullah Xaminêyî salekê berî niha jî di axavtina li nav koma bi sedan bijareyên ciwan û dahênerên warê zanistê de li gorî potansîyelên ecêb ên welêt, ragihand ku bingeha pêşketina di warê zanist û têknolojîyê hatîye danînê û got: Nabe em bi vê asta pêşketinê qanih bin, çimik heta cîgirtina li xala baş hela navbereke zêde heye.

Roja îro jî her çend ku pişka Îranê di warê berhemanîna zanistê li cîhanê de nêzî sedî 2`yê ye lê gotina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî pêgirîyek ser vê babeta girîng e ku nabe em bi vê astê qanih bin.