Cotmeh 12, 2018 16:51 Asia/Tehran
  • Îran û Tirkiye, şirîkên bawerpêkirî bo berfirehkirina hevkariyan

Wezîrê karên hundir ê Îranê li sefera Enqerê bi wezîrê karên hundir ê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û her du aliyan li bara gelek mijaran ji wan hevkariyên ewlehiyê gotûbêj kirin.

 Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî, Wezîrê karên hundir ê Îranê roja pêncşemiyê li hevdîtina bi Sulyman Soylu wezîrê karên hundir ê Tirkiyê  re bal kişand  ser hevkariyên nêzîk ên du welatan li warê ewlehiya sînorî, rawestana li ber madên narkotîk, rawestana li ber qaçaxa mirovan û kelûmalan û rawestana li ber terorîzmê û got: Peywendiyên di navbera Îran û Tirkiyê li warên aborî, geştyarî û danûstandinên ticarî jî divê bên xurtkirin. Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê got: Îran û Tirkiyê li warê rawestana hevpar li ber terorîzmê û qaçaxa madên narkotîk, koçberiyên neqanûnî, qaçaxa kelûmelan û dabînkirina  ewlehiya sînorî hevkariyên  baş hene.

 Îran û Tirkiye ji ber hebûna  sînorên hevpar û xalên hevpar ên  çandî û zimanî  li riya berfirehkirina  hevkariyan pêngavan  radikin û giringiya  van peywendiyan li hejmara hevdîtina  serokkomarên  her du welatan de diyar e.

 Serokkomarên Îran û Tirkiyêheya niha heft caran hevdîtin pêk anîne ku eva nîşana  viyana  qahêm ên her du welatan bo dewama hevkariyên  li astên bilind e.

 Têhran û Enqerê li warên curbicur ji wan aborî û ewlehiyê hevkariyên kêrhatî hene. Îran û Tirkiye wek du welatên  serbixwe ji viyana aktorên  biyanî hevkariyên dualî bi pêşde dibin. Li ser vê esasê berpirsên pilebilind  ên Tirkiyê bi caran destnîşan kirin ku tevlî  boykotên  Emerîkayê li dijî Îranê nabin.

 Hema di vî warî de, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kiriye: Ev welata  boykotên Emerîkayê li dijî Îranê piştrast nake û dil heye hevkariya xwe ya ticarî bi Têhranê re bidomîne.

Beriya sefera wezîrê karên hundir ê  Îranê bo Tikiyê, Elî larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê sêşemiya buhurî li Antalyayê tev Bînalî Yildirim serokê parlemana  Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Elî larîcanî li vê hevdîtinê hevkariya Têhran û Enqerê stratejîk da zanîn û got: Îran û Tirkiye tui carî derneketin pêşberî hev û tim pişta hev digrin û însiyatîva ku Îran, Tirkiye û Rûsiye bona kutakirina şerê Sûriyê cih anînhion welat nerhet kiriye.

 Xêncî hevkariya  baş, curbicur û berfireh a aborî ya Îranê û Tirkiyê, her du welatan li asta navçê jî wek du  aktorên  giring û bi bandor  hevkariyeke baş û bibandor hene û ev cureya hevkariyê niha  li pêvajoya çareserkirina qeyrana Sûriyê tam eşkere ye.

Şopandina  hevkariaên  ewlehiyê yên Îan û Tirkiyê li sefera Rehmaniyê Fezlî bo Enqerê nîşana  abndora van cure hevkariyan e ku li halê bi serûberkirina rewşa ewlehiyê ay anvçê ye.

 Însiyatîva  Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Sûriyê, bandora dîploamsiyê eşkere kiriye û li hemen vê çarçoveyê, 7 Îlona  buhurî serokkomarên sê welatan  li Têhranê civînek li bara  Sûriyê li dar xistin.

 Ebas Yilmaz Kadî Oglu analîzorê meselên  siyasî ser vê bawerê ye: Hevalbendiya  Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiye û Rûsiyê bona çarserkirina  qeyrana Sûriyê pêngaveke  giring û bi bandor  li riya rawestandina  mudaxila Emerîkayê li navçê ye.

 Komara Îslamîya Îranê û Tirkiye wek du welatên  cînar bandorê datînin ser hev û hevkariya dualî ya wan bi hevkariyên  navçeyî peywendiyeke bi wate heye ku damezrandina  ewlehiyê li sînoran nîşana wê ye.

 Li saya ewlehiya mayînde, têkiliyên  aborî navbera Îran û Tirkiyê  li riya  ivşkirina armancan  ji aliyê rayedarên her du welatan bi pêşde here û ji vê hêlê va, sefera yek rojî ya wezîrê karên hundir  ê Îranê bo Tirkiyê wek berpirsê ewlehiyê pir giringiya xwe heye.