Cotmeh 11, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Olampîka 2018 ya ciwanan li despêkê 2 medalên tûnc bû para Îranê

Tekwandokarê bin wezna 73 Kg Elî Eşkûriyan ji Îranê li Olampîka 2018 ya ciwanan li Buenos Ayresa Arjantînê ji hevrikê xwe bir û medala tûnc ji xwe re stand. Li Pêşbirkeya koma Keçikan jî Yelda Welînejad li wezinê bin 63 Kg medala tûnc ji xwe re diyar kir.

Tekwandokarê bin wezna 73 Kg Elî Eşkûriyan ji Îranê li Olampîka 2018 ya ciwanan li Buenos Ayresa Arjantînê ji hevrikê xwe yê Taywanî bi 19 poenan li hemberî 17 poenan bir û medala tûnc ji xwe re diyar kir.  Elî Eşkûriyan heke ji hevrikê xwe yê Ekuadorî jî bibe dikare derbasî pêşbirkeya Fînalê bibe.

Li Pêşbirkeya koma Keçikan jî Yelda Welînejad tekwandokara li wezinê bin 63 Kg bi encama 12 poen li hemberî 2 poenan ji hevrika xwe ya Urdinî bir û medala tûnc ji xwe re diyar kir û derbasî dewra din bû.

Dewra sêyem a Olampîka Ciwanan ji roja şemê ve li Buenos Ayresa Arjantînê despê bûye û Îranê bi 49 sporvanan ku 34 kur in û 15 keçik in li van pêşbirkeyan beşdarî kiriye.