Cotmeh 04, 2018 20:13 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilabê: Işkesta boykotan, wê sîlleyeke din li Amerîkayê bide

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê vê sibê li kombûna berfire ya ser navê Iqtidara Aşûrayî ku bi pişkdarîya pirrcoş û berfire ya bi dehan hezar kes ji ciwan û Besîcîyên inqilabî li werzişgeha Azadî ya Têhranê hat lidarxistinê, derbarê meseleyên curbicur nemaze derheq şerê aborîyê yê dijmin de axivî.

Hezretê ayetullah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li vê kombûna berfire bi gotina vîya ku hîç asêbûn û binbestek li welêt tineye û ciwanên bawermend û inqilabî rêçareyên pirsgirêkên niha ne, pêgirî kir: Aborîya netewî dikare boykotan têk bibe û bi alîkarîya Xwedê teala, em ê boykotan bêbandor bikin  ûtêk bibin û işkesta boykotan bi wateya işkesta Amerîkayê ye û Amerîka divê bi vê işkestê sîlleyeke din li hemberî gelê Îranê bixwe.

Amadebûna rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî li kombûna bi dehan hezar kesên Besîcî, rola kêrhat û bibandor a ciwanan di warên curbicur de nîşan dide ku mînaka wê vedigere serdema şerê sepandî ku ciwanan li meydana şêrr egîtî kirin û ya ji destê wan hat kirin. Hezretê ayetullah Xaminêyî wê demê jî li kombûna wan li Werzişgeha Azadî ya Têhranê amade bû û ji bo ciwanên bawermend û inqilabî axivî û wan li meydanên şerê dijî dijmin serketinên mezin bi dest xistin.

Roja îro jî dijminên Inqilaba Islamî şerekî tam ê aborîyê li dijî Nizama Islamî dike ku di vê navberê de, ciwan bi amadebûna kêrhatî li meydanên zanist,karên aborî û pêşesazîyê, sê komploya dijminan pûç derxin. Ezmûna ji ber 8 salên şerê sepandî û berevanîya pîroz nîşan da, her dera ku ciwan hatin meydanê, karên ecêb û nepêkan kirin. Dema şerê heştsalî de gelê Îranê bi palpiştîya ciwanên inqilabî karî bereya berfire ya dijminan têk bibe û yekperçetîya axa xwe biparêze. Gelê Îranê çawan ku di dewrana Berevanîya Pîroz û 40 salên piştî serketina Inqilaba Islamî de serfiraz bûye û bêrêzî tamul nekirîye, roja îro jî li meydana şerê aborîyê hîç wextekê li hemberî zextên Amerîkayê dê teslîm nebe. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di vî warî de got: Gelê Îranê û nivşa nû bi awayekî vebirr biryar dane idî rê nedin bêrêzîyê û nebin dûvikên zilhêzên bîyanî û dijmin, biryar dane Îranê bigihînin asta bilind a şanazî û rûmetê û wan şîyana vî karî hene.

Dijminên Îrana Islamî di 40 salên buhurî de her rêyek dan ber xwe ta ku gelê Îranê bitewe lê hîç yek ji wan rêyana negihêşte encamê û pêrgî işkestê bûn. Niha bilî boykota aborîyê, idî rêyeke din li ber dijminan nemaye lê, li gorî teybîra rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, boykota aborî li hemberî aborîya netewî ya Îranê lwaz e. 40 salên emrê Inqilaba Islamî 3 babetên girîng ên ``mezinatîya Îranê, iqtidara Komara Islamî û netewîna gelê Îranê`` radixe ber çavan. Ev rastîyên nayên inkarkirinê bûne sedema hêrsbûna dijminan û ew bi her awayî hewil didin Komara Islamî ya Îranê pêrgî pirsgirêkê bikin.

Ew sê babetên hêz û şîyanê niha di 40 salîtîya Inqilaba Islamî de giheştine asta herî jorîn, lewma Îran di nava gelên herêmê de xwedîrêz e û sîyasetvanên berbiçav ên cîhanê pesna wê didin.

Di vî warî de rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî dibêje ku  rizgarkirina Îranê ji bin nîrê serdestîya zalimane ya Amerîka û Ingilîsê têra selimandina iqtidara Komara Islamî ya Îranê dike û pêgirî kir: Rizgarkirina welêt ji belaya hikûmeta dîktatorî û paşatîyê, berxwedana li hemberî gişk komployên di 40 salîyên vê dawîyê de û jordaçûna asta hitbar û rêza Îranê li navçê û cîhanê ji nîşanên din ên iqtidara Komara Islamî ya Îranê ne.