Cotmeh 02, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Hewildana Tirkîyê ji bo domandina demajoya endametîya li YE`yê

Serokomarê Tirkîyê pêgirî li ser dewama demajoya endametîya li YE`yê kir.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li rûpela xwe ya Twwiterê derbarê seredana xwe ya vê dawîyê ya bo Almanê nivîsî: Nabe Tirkîye di warê endametîya li YE`yê de pêrgî berbendan bibe û hêvîdar e ku Berlîn di vî warî de alîkarîya Enqerê bike.

Erdogan herwiha got: Tirkîye 6 xalên mayî ji bo destpêkirina dayîna îzna seredana bê vîze ya welatîyên Tirkîyê ji hêla welatên endamê YE`yê ve di dema herî zû de wê cih bîne.

Daxwaza fermî ya Tirkîyê ji bo endametîya li YE`yê di 14`ê Nîsana sala 1987`ê de hat raberkirin û ev welata ji 12`ê Kanûna sala 1999`ê ve bi awayekî fermî wekî berbijarê endametîya li YE`yê hat naskirinê û muzakirên ji bo endametîya vî welatî ji 3`ê Cotmeha sala 2005`ê ve destpê bûn.

Tirkîyê û welatên endamê YE`yê di 9 salên muzakirekirinê de li ser 22 babet ji 35 babetên endametîya li YE`yê muzakire kirin, lê hîn jî derheq hîç xalekê li hev nekirine.

Herwiha mideha 2 salên buhurî de piştî derbeya serneketî ya leşkerî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li vî welatî, peywendîyên Tirkîyê û YE`yê bi hegerên curbicur aloz û sar bûn. 

Rexneyên YE`yê derheq mijarên mafên mirovan, rewşa awarte ya piştî derbeya serneketî û neyarîyên YE`yê li hemberî kempêynên hilbijartinan ên Erdogîn û AKP li welatên ewropî ji wan babet û hegerên aloz û sarbûna peywendîyên di navbera Tirkîyê û YE`yê de bûne.

Lê gotinên Erdogîn nîşan didin ku Tirkîye hela jî ji demajoya endametîya li YE`yê bêhêvî nebûye. Tirkîye niha bi dû wê ye ku peywendîyên xwe digel Almanê xweş bike û ji vê mijarê ji bo endametîya xwe li YE`yê sûdê wergire.

Lê wer xûya nake ku Tirkîye bikare ji alîkarîya Almanê di vî warî de sûdê wergire. Helwestên YE`yê di çend salên buhurî de nîşan dane ku heta dema ku peywendîyên Tirkîyê û YE`yê di rewşa herî baş de bûne jî welatên ewropî pêşî li endametîya Tirkîyê girtine û hevgavê vê yekê hevkarîya vî welatî jî bi dest xistine.

James Carey şarezayê peywendîyên navnetewî jî di vî warî de reşbîn e û ser vê bawerê ye ku peywendîyên Tirkîye û Almanê dikarin bên çêtirkirinê lê ev yeka nikare bibe sedema pêşketina lezgîn a peywendîyên her du welatan û nehîştina hemî nakokîyên ku di van salên dawîyê de kûrtir bûne.

Lê divê bê gotin ku heke peywendîyên Tirkîye û Almanê bên xweşkirinê, ev yeka peywendîyên Tirkîyê û welatên din ên ewropî nagire ber xwe û ev xwebûna peywendîyên Berlîn-Enqerê dê bi dijwarî û zehmetî bikare bandorê li çêtirkirina peywendîyên Tirkîyê û welatên din ên ewropî bike.