Îlon 24, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Şandina hêzên taybet ên artêşa Tirkiyê bo Idlibê

Dewleta Tirkiyê piştî lihevkirina derbarê pêkanîna navçeya vala ji çekan navbera deverên bin kontrola dewleta Sûriyê û dijberan, hêzên xwe yên taybet şandine parêzgeha Idlibê.

Li vî warî da, Artêşa Tirkiyê tabûrek ji hzêêzn xwe yên Komando ji parêzgeha Dêrsîmê şandiye Idlibê da ku rawestgehên lêgerînê yên li vê navçeyê li ser esasa lihevkirinameya kêmkirina kêşeyan xurt bikin. Ev karê artêşa Tirkiyê li halekî pêk hat ku Erdoxanê serokomarê Tirkiyê beriya ku here New Yorkê û beşdarî civîna civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, li ser çareserkirina qeyrana li navçeyê bi taybet li Sûriyê pêgirî kiribû.

Ev yekem opêngava Tirkiyê piştî lihevkirina derbarê Idlibê ye. Ev lihevkirin têkildarî pêkanîna navçeya vala ji çekan û radestkirina çekên giran û nîvgiran ji aliyê komên têrorîst li idlibê ye. Tevgerên nû yên artêşa Tikriyê di rewşekê da pêk tê ku beriya viya rayedarên dewleta Enqerê pêşiya azadkirina navçeyê ji destê komên têrorîst bi mehneyên cûrbicûr digiritn. Li vî warî da Mewlûd Çawûşoxkûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê gotiye ku "Armanca Tirkiyê girtina pêşiya operasiyona leşkerî ji bo azadkirina Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê ye".

Mewlûd Çawûşoxlû vê dawiyê tevî tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi êrîşa li ser welatiyên asayî li Idlibê bi mehneya hebûan têrorîstan, her wiha goptibû:

"Niha armanca Enqerê rawestandina êrîşa li ser idlibê ye û Enqere ji bo rawestandina operasiyona Idlibê li halê rawêjkariya bi Îran û Rûsiyê ra ye".

Serokên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li civîna xw eya vê dawiyê li Têhranê li ser vîn û ioradeya xwe ji bo dewama hevkariyan heta jinavbirina dawîn a DAIŞ, bereya Nusreyê û kom, rêxistin û jkesên ser bi DAIŞ an El Qaîdeyê li Sûriyê  ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va hatine naskirin, pêgirî kirine. Tevî îmzeya daxûyaniya Têhranê, wisa dihat sêwirandin ku rayedarên Tirkiyê dixebitin da ku helwêstên welatên rojavayî li warê azadkirina parêzgeha Idlibê li hemberî helwêstên Îran û Rûsiyê vebijêrin.

Bi her awayî şêwirînên ji bo bidawîanîna qeyrana Sûriyê hema wisa didomin û biryar e di vê mehê da jî rayedarên îran, Rûsiye û Tirkiyê li kêleka civîna serokêîn welatên cîhanê li New Yorkê hevdu bîbînin.

Idlib dawîn sitargeha têrorîstan li nav axa Sûriyê ye. Heke artêşa Sûriyê bikeve bnav Idlibê, êdî têrorîst îmkana hebûna xwe li Sûriyê ji dest didin û rewş ji bo vê desteya cinayetkrên ku ji aliyê hin welatên rojavayî û erebî bi taybet Amerîka û hevpeymanên wan wî welatî ji wan paşatiya siûdî va tên piştgirîkirin, ne-ewleh dibe. Ji bo têrorîst û piştgirên wan, pêkanîna derfetê xwedan girîngiyeka zêde ye û diakre rewşê ji bo veguhestina wan ji Sûriyê bo Efxanistanê an komarên Asyaya Navîn xweş bike. Xûya ye ku Îran û Rûsiye ji bo girtina pêşiya serêxwegirtina vê armancê, dê hemî hewildanên xwe pêk bînin û çaverêtî heye ku di dawiya civîna New Yorkê da encamên erênî ji bidawîbûna qeyrana Sûriyê diyar bibin.