Îlon 16, 2018 17:01 Asia/Tehran
  •  Dengvedana bijartina serokê nû yê parlemana Iraqê

Serê axir piştî çend mehan ewraz û nişêvan, mesela serokatiya parlemana Iraqê çareser bû û Muhemed El-Helbûsî bi dengê piraniya nûneran, wek serokê dewra çaremîn a parlemana Iraqê hat bijartin.

  Li encama dengwergirtina ji bo bijartina serokê nû yê parlemana Iraqê, Muhemed El-Helbûsî 169 deng, Xalid El-Ubeydî  89 deng û Muhemed El-Xalidî 4 deng bi dest xistin û serê axir El-Helbûsî ku ji aliyê fraksiyona El-Fathê( nêzîkî Heşda Şebî) dihat piştgiriyîkirin, wekî serokê nû yê parlemanê hat bijartin.

 Seyd Riza Sedr ul-Huseynî, karzan û analîzorê pilebilind  ê meselên rojava Asiyayê got: Nihêrîna parlemana niha û dewleta pêşerojê ya Iraqê dê li dijî Emerîkayê be. Seyd Riza Sedr ul-Huseynî her wiha diyar kir: Tiştekî pir baş qewimî, ciwanekî ehlê sunne ku serokê herî ciwan ê parlemana Iraqê ye bi enrejiyeke zêde hat bijartin ku bikaribe bona çareserkirina pirsgirêkên Iraqê roleke  kêrhatî hebe.

 Sedr ul-Huseynî her wiha got: Xercên giran ku Emerîka, Brîtanya û Erebistanê bona pêkanîna  bêtifaqî û eşîregeriyê di Iraqê de  kirin ,niha ji ber yekitiya gel işket xwar. Wî her wiha got: Gelê Iraqê li şêwaz û pêvajoya parlemana xwe û li hilbijartinên  nûnerên xwe  ``Na`` yeke mezin dan emerîkiyan. Piştî çend mehan bêbiryariya li ser vê mijarê û piştî hilbijartinên parlemanî ya Gulanê li warê siyasiya Iraqê, serê axir bijartina  serokê nû yê parlemana  vî welatî, pêngava kêrhatî ya iraqiyan bona biserûberkirina siyasî li dewra piştî DAIŞê tê hesabê.

 Gelê Iraqê li Gulana 2018`an li yekim hilbijartina parlemanî ya vî welatî piştî işkesta DAIŞê çûn ser sindûqên dengan lê piştî derketina hin şik û gumanan li bara pêvajoya hejmartina dengan, raghandina  encama dawîn a vê hilbijartinê heya meha buhurî jî ma derengiyê,  lê tevî hejmartina  bi destan  a  dengên hilbiajrtinê, guherîneke wisa di vê encamê de  pêk nehat.

 Xala giring eva ye ku  bûyerên piştî hilbijartina parlemanî ya Iarqê bû sedem bijartina serokên nû yên  hêzên sêalî yên vî welatî yanê serokê parlemanê, serokkomar û serokwezîr paşde bikevin. lê bijartina  serokê nû yê parlemana Iraqê mizgîniya vê yekê dide ku Iraq êdî ji valahiya siaysî dûr ketiye. Ev bijartin ku bi dengeke zêde û ji nav komên curbicur ên iraqî cih hat nîşana hevdiliya pêkhatî navbera  liv û tevegrên  curbicur ên siyasî yên vî welatî ye ku ev pêvajoya rewşê ji bo bijartina serokomar û piştî wê jî bijartina serokwezîr xweş bike.

  Li vê navberê , xala balkêş eva ye ku  weşandina nûça nameya  merceyetê bo hemî partî û koman derheq vê yekê ku `` tu yek ji kesên ku pêştir postek an berpirsiyariyek hebûne, nikarin  ser posta serokwezîritiyê de rûnin`` ji aliyê nivîsgeha wî, bû sedem ku teklîfa gel û bi taybet liv û tevegrên  siyasî kivş bibe û  astengiya  li atomisfera siyasî ya vî welatî  çareser bibe.

 Encameke seretayî ya vê peyama kêrhatî, eva ye ku rewş ji bo nasandina kesayetiyên nû yên kêmtir nasbûyî, lê bi viyan û bihêz li warê siyasî yê Iraqê xweş bûye.

 Alûgurên Iraqê nîşan dan ku  gotinên Ayetullah Sîstanî dikare careka din mîna fetwaya bi bandor a rawestana li ber DAIŞê, dê Iraqê ji qeyrana  siyasî ya niha derxîne û dê palneke nû bo rêveberiya hikûmetê kivş bike.

Hema ev atmosfera siyasî ya nû  derfet da nifşe ciwan bona ku li asta siyasî ya Iraqê geşatiayê pêk bînin. El-Helbûsî wekî waliyekî serketî li parêzgeha Enbarê û kesayetiyekî nerm û navînrê li siyasetê tê naskirin ku yekim axiftina xwe piştî ku wekî serokê parlemana Iraqê hat bijartin ser dewama rawestana li ber terorîzmê û çareserkirina pirsgirêkên aborî teqez kir û mizîgîna  pêkhatina zirûfên nû li warê siyasî ya Iraqê bona şopandina xwestekên gel û jiholêrakirina  mudaxilên  bi xal û xerez ên dewletên  rojavayê bona  biryardayîna bo gelê Iraqê daye.