Nihêrîna rêberiyê, azadiya hetimî ya Filistînê, işkesta eseh a Emerîkayê
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Beytulmuqedes paytexta Filistînê ye û bi hezkirian Xwedê, Filistîn dê ji destê dijminan bifilite û Emerîka û kirêgirtiyên wê li hember rastî û suneta Xwedê teala ti karek ji destê wan nayê.
Hezretê ayetullah Xamineyî roja pêncşemiyê li civîna nûranî ya unsa bi Quranê Kerîm re, bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêkên niha yên cîhana Îslamê ji wan rewşa diltezîn a Filsitînê û cinayetên Rejîma siyonîstî bi taybet li rojên derbasbûyî, ji ber dûrketina umeta Îslamî ji quranê ye û destnîşan kir: Emerîka û piraniya dewletên rojava şirîkê sûça cinayetên siyonîstan in. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Umeta Îslamî, dewletên Îslamî û hikûmetên Îslamî divê li hember cianyetên siyonîstan helwêsta cidî hebin.
Mesela Filistînê, xala hevpar a umet û dewletên Îslamî ye û baldarî û hestyariya ser wê, siyaseta bingehîn a welatên Îslamî ye. Li vê navberê sersariya hin welatên îslamî, rê ji bo siyonîstan xweş kiriye da ku zêdetir helwêst û nihêrîna xwe ya terorîstî nîşan bidin. 70 mîn salvegera roja Nikbetê, hovîtiya Îsraîlê nîşan da û tiştê ku vê rewşê pêk anî, bêxêretî û nermatiya hin dewletên erebî û piştgiriya eşkere ya dewleta Emerîkayê ji Rejîma Îsraîlê ye.
Piştgiriya siyasî ya Emerîkayê ji Rejîma cinaytkar a Îsraîlê û havgav xatircemiya vê rejîmê ji rewşa navçê bû sedem, salroja Nikbetê bibe wek duşemiya reş 63 şehîd û zêdetir ji 2 hezar birîndar li roja duşemê, 14 meha Gulanê, hevgavê guhestian balyozxaa Emerîkayê bo Qudsa dagirbûyî, encama hevkariya sêkunca kirêt a Îsraîl, Emerîka û ereban e.
Salih El-Neamî, karzanê meselên siyasî li meqaleyekê ku rojnama qeterî ya El-Erebî El-Cedîdê weşand, nivîsî: Emerîka bi nuximandina kiryarên Rejîma dagirkirê siyonîstî li asta navnteweyî, bûye baîs ku ev rejîma , buhaya siyasî ya kêm ji ber binpêkirian eşkere ya mafên mirovan li serkutkirina xwenîaşndrên filsitînî bide.Rewşa navçê jî rê daye îsraîlê ku ji bo rawestana li ber xwenîşandana vegerê, bêyî tu dilgiraniyekê, riya eskerî bikar bîne.
Eva ku Rejîma Siyonîstî bala xwe daye ser riya eskerî, kêrhatîbûna berxwedana Filistînê nîşan dide ku îro rojê li çarçoveya `` xwenîşandana mafê vegeryanê`` li sînorê zîvala Gazayê û Filistîna dagirbûyî hatiye nimandin û siyonîst asteng kirine.
Xurtkirina tevgera berxwedana filsitînî, muadileyên Rejîma Siyonîstî tevî pitgiriya Emerîkayê ji vê rejîmê li hev xistiye. Guhestina balyozxana Emerîkayê bo Qudsa dagirbûyî li çarçoveya `Danûstandina Serdemê` cih hatiye ku armanca wê ya dawiyê, wêdebirina berxwedanê û girtina pêşiya avakirina welatê Filistînê bi paytextiya Qudsê ye.
Hişyariya gel û berxwedana Filsitînê, raya giştî derheq komploya rejîma Îsraîlê gehdar kiriye û her ev rewşenkerî û bandora xwenîaşndana mafê vegeryanê, bûye sdema tirs û xofa siyonîstan.
Li vê barê Îsmaîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê ji wxenîaşndana piştgiriya ji Qudsê û teqekirina ser mafê vegeryana awareyên filistînî qedrzanî kir û got: Ev xwenîaşndana berfireh bûye sedeam tirs û xofa rayedarên siyonîst û lihevketina muadileyên wan.
Ji ber ku dengekek yekgirtî ji cîhana Îslamê ji bo piştgiriya ji armanca gelê Filistînê nayê bihîstin, berxwedan bi şiklên curbicur, mafê rewa a gelê Filistînê li warê azadkirina erdê xwe, avakirina welatê serbixwe yê Filistînêbi paytextiya Qudsê û vegeryana awareyan bo welatê wan e. Di rewşa ku Îsraîl bi hevkariya Emerîka û hin ereban hewl dide rasitiyan ji nav bibe. Helwêstên cidî yên welatên serbixwe yên Îslamî zêdetir ji her wextî pêwîst e. Li vê çarçoveyê, îro îniyê, Stembol mazûvanê civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî ye.Raya giştî û gelê mezlûm ê Filistînê çavriyê helwêstên eşkere li bara mesela Filistînê, şermezarkirina cinayetên Rejîma Îsraîlê li kuştina hovane ya filistîniyan û kiryara Emerîkayê li guhestina balyozxana xwe bo Qudsê ne.
Îsmaîl Henye li peyamekê ji rayedarên welatên Îslamî û erebî xwest ku bereyeke erebî-îslamî ji bo piştgiriya ji Filistînê û rawestana li ber komployên dîzaynbûyî ji bo wêdebirina wê ava bikin.