Drketina Trump ji rêketinnama navokî û hevkariya Emerîkayê bi Erebistanê re ji bo bidestxistina hêza navokî
Li halekê ku Donald Trump ji hevhatina navokî bi Îranê re derketiye, hevkariya navokî ya Emerîkayê bi Erebistana siûdî re zêde bûye.
Şên Kîn û Ramiya Ramcî li meqaleyekê li kovara emerîkî ya National Entersatê biryara Donald Trump ya derketina ji hevhatina navokî ya Îranê, kiryareke netirsane, nemqaûl û bêtivdîr da zanîn ku di hemen demê de derfeteke zêrîn ji bo dewleta Trump dan zanîn da ku gotûbêja navokî bi Erebistanê re xurt bikin.
Ev mijara pêştri li Adara 2018`an ji aliyê kesayetiyên emerîkî ji wan Rîçard Morfî, dîplomatê berê ê emerîkayê ku pêşîna 34 salan xebata li warê Rojhilata navîn û welatên erebî heye jî hatibû hilêxistin. Morfî bi piştgiriya ji bidestxistian Erebistanê bi enerjiya anvokî îdia kiribû ku Erebistana siûdî hz dike girêdayîbûna bo niftê ku çavkaniya wê serweta neteweî ay wê ye kêm bike. û her wiha dilgiranê asta berhemanîna neteweyî ay nifta xwe ye ku pişkeke zav ji wê ji aliyê bazara navxweyî tê îstifadekirin, Loma Riyaz li halê hilkolandina çavkaniyên dewsgirê enerjiyê ji wan enerjiya navokî ye û dixweze bi Emerîkayê re li warê navokî li hev bike.
Rojnama Siyonîstî ya Crozalm postê jî li sibata 2018` an raghand ku Emerîka li dû bidestxistina hevhatina bi Erebistanê re ye ku li gor wê ev welata îmkana zengînkirin û vejiyandina Oranyomê hebe.
Li alûgurên vê dawiyê wisa ku li meqala kovara emerîkî ya National Entersatê hatiye, dewleta Trump hêvî dike ku hevhatina dawiyê bi Erebistana siûdî heya nîva Hezîrana ji bo pejirandinê bişîne kongirê. Li vê meqaleyê hat teqezkirin ku Emerîka hvceyî bi hevhatinekê heye da ku madeyên giring ên navokî, hin kelûmelan ji vî welatî biguhezîne Erebistanê. û li alîkariyeke berbiçav bo şîrketên emerîkî yên mîna Westîng House bihêle ku li sala 2018an li çêkirina yeki reaktorên atomî yên Erebistanê hevkariyê bikin.
Lê nivîskarên meqala National Entersatê raghandine ku li ser riya pêşketina gotûbêjan berbendek çê bûye ji ber ku hîn kivş nîne ku siûdî dê qebûl bikin ku dev ji teknolojiyên dualî berdin, Teknolojiyên ku him li berhemanîna enerjiya navokî û him jî li çêkirina çekên navokî tên xebitandin.