Kombûna nerazîbûnê ya telebe û rûhaniyan ji bo şermezarkirina gotinên sivik û pûç ên Donald Trump
Ji bo protestokirina gotinên sivik ên serokkomarê Emerîkayê yên derketina ji Rêketinnama Navokî, telebe û rûhaniyên hozeyên Ilmiye yên Xuresana rezewî, Xuresana bakur û Hemêdan, îro berî nîvro kombûna nerazîbûnê lidarxistin.
Trump serokkomarê Amerîka duh sêşemê ser wexta vî welatî bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye ,derxist.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ayetullah seyd Ehmed Elem Ul-Hoda, nûnerê weliyê feqîh li Xuresana Rezewî li rojhilata Îranê îro li civîna endamên Hozê li Meşhedê bal kişand ser vê yekê ku Rêketinnama Navokî ser zirara dijminên Îranê tewa bû û detsnîşan kir: Emerîkayê dixwest ku bi tisandina dinyayê, li dijî Îranê lihevkirineke cîhanê pêk bîne ku komployên wê eşkere bûn. Li vê merasimê telebe û rûhanî li hin sloganan, bêsoziyên Emerîkayê şermezar kirin.
Vê sibê telebe û mamsoteyên hozeyên ilmiye yên Hemêdanê li rojava Îranê jî ji bo protestokirina kiryara serokkomarê Emerîkayê li derketina ji Rêketinnama Navokî û îhaneta li gelê mezin ê Îranê, bi sloganên mirin ji bo Emerîkayê, mirin ji bo Îsraîlê, kîn û nifreta xwe nîşanî serdemdarên rojavayê bi taybet Emerîka û serokkomarê vî welatî nîşan dan.
Di hemne demê de , telebe û rûhaniyên hozeyên ilmiye yên Xuresana bakurî li bakurê rojhilata Îranê jî bona protstokirina gotinên nebaqil ên serokkomarê Emerîkayê kom bûn û ew şermezar kirin.
Her wiha Konseya hevahengiyê ya Teblîxata îslamî ya Îranê li peyamekê xelkê Îranê vexwend ku bila li xwenîşandana gelanî li dijî Îstikbarê û şermezarkirina bêsoziya dewleta mustekbir a Emerîkayê ku sibê piştî nimêja îniyê li seranserê Îranê tê lidarxistinê, beşdar bibin.