Berteka civaka cîhanî li hember derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî
Yekitiya Ewrûpayê, rayedarên Ewrûpî û sekreterê giştî yê Rêxistinش Neteweyên Yekbûyî li hember kiryara serokkomarê Emerîkayê, ji bo derketina ji rêketinnama navokî, bertek nîşan dan.
Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê, sêşemiyê şevê piştî ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî raghand ,teqez kir ku Yekitiya Ewrûpayê tim ser rêketinnama navokî disekine û cidî ye ku wê biparêze.
Federîka Mogêrînî bal kişand ser vê yekê ku hevhatina navokî bi Îranê re encama 12 salan dîplomasiyê ya hemî cîhanê ye û ji rayedarên Komara Îslamî ya Îranê xwest ku nehêlin kesek derbeyê li vê hevhatinê xîne.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê bal kişand ser vê yekê ku tam bawerî bi kiryar û xweseriya Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê heye û got: Heya niha 10 raporên Ajansê hatine weşndin û hemî rapor ser sekinîna Îranê ser berpirsiyariyên xwe sekiniye.
Mogêrîniyê destnîşan kir ku Yekitiya Ewrûpayê dê piştgiriya xebitandina sermayên şîrketên ewrûpî bike.
Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê, Engêla Mêrkêl û Êmanoel Mekron serokkomarê Fransayê jî wek berteka li hember biryara Trump ya derketina vî welatî ji Rêketinnama navokî, bi weşandina daxûyaniyekê ser sekinîna xwe li hember hevhatina navokî bi Îranê re teqez kirin.
Li vê daxûyanyê hatiye ku Rêketinnama navokî bi hemî dengan ji aliyê Konseya Ewlhiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li biryarnama 2231`an hat pejirandin û ev hevhatina tim jibo van sê welatên ewrûpî giring e.
Ev daxûyaniya her wiha destnîşan dike ku dewletên Brîtanya, Almanya û Fransa berpirsiyar bibin ku ser rêketinnama navokî bimînin.
Ji aliyê din ve Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî piştî raghandina Donald Trump derheq derketina Emerîkayê ji rêketinnama anvokî fukar û dilgiraniya wxe li bara vegerandina boykotên Emerîkayê li dijî Îranê teqez kir: Rêketinnama navokî destkewteke mezin e ku alîkariya aşitî û ewlehiya navneteweyî dike.
Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî li daxûyaniyekê dilgiraniya xwe ji ber biryara Donald Trump ji bo derketina ji rêketinnama navokî sekinî û got ku Îran ser berpisiayriyên xwe li çarçoveya rêketinnama navokî sekiniye û ev yeka tam ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enejiya Atomê ve hatiye piştrastkirin.
Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump roja Sêşemiyê bi îdiaya bêencambûna Lihevkirina Navokî ya di navbnera Îranê û Koma 5+1ê (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsiye û Almanya) nasyar Rêketinnama navokî û tawanên bêbingeh li dijî Îranê, fermana derketina welatê xwe ji Lihevkirinameya Atomî wajo kir.
Kiryara yekalî ya Amerîkayê li halekî ye ku pênc welatên din ên îmzekerê Lihevkirina Navokî û gelek ji welatên dinyayê piştgiriya xwe ji vê lihevkirinameya navnetweyî ragihandibûn.