May 04, 2018 18:37 Asia/Tehran
  • Stratejiyên merceyeta Iraqê li bara hilbijartinên  parlemanî yên vî welatî

Nûnerê Ayetullah uzma seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyan li xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê li Kerbelayê, bi curekê stratejî û rênimûniyên merceyetê ji bo hilbijartinên parlemanî yên vî welatî raghand.

Çaremîn  hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja 12 Gulana 2018`an  dê were lidarxistin. Partî û komên siyasî yên Iraqê li heftiyek mayî ji hilbijartinê re hemî zirûfên xwe bi kar tînin. Biryar e, îro 4 Gulanê, xelkê Bexdayê xwenîşandaneke  mezin  ji bo piştgiriya jhilbiajrtinê li dar xînin. Di eynî demê de, Muqteda Sedr serokê tevegra  Sedrê ku bi lîsteya  Sairûnê beşdarê vê hilbijartinê dibe, jî îro sefera Bexadyê kir. Tevgera Sedrê biryar bû li vê hilbijartinê li hevalbendiya  El-Nesrê bi serokatiya  Heyder Ebadî beşdar bibe, lê serê axir ji hvalbendiya  bi Îbadî poşman bû û di lîsteyeke  cida de beşdarê hilbijartinê dibe.

 Merceyeta Iraqê mîna  hemî alûgurên  giring ên  vî welatî nihêrîneke taybet li behsa hilbijartinên  parlemanî heye. Ji xutbeyên  Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma  Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê  şîeyan li nimêja  îniyê ya vê heftiyê  li Kerbelayê dikarin sê  stratejî û rênimûniyên  merceyetê  ji bo vê hilbijartinê derxînin.

Stratejiya yekê, sekinîan ser berjewendiyên  neteweyî û ne berjewendiyên   firqeyî li Iraqê ye. Eva stratejiya giştî û cidî  a merceyetê li Iraq ye.  Piştî ku li sala 2014`an  terorîstên DAIŞ`ê navçên  sunnenişîn ên Iraqê dagir kirin, ayetullah Sîstanî li fetwayeke dîrokî ser pêwîstiya  damezrandina besîva  neteweyî ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê û  rizgarkirina  navçên dagirbûyî ji lepên vê komê sekinî.

 Dema ku  mijara giştpirsiya  cidabûna Kurdistanê ji Iraqê par ket rojevê û cih hat jî, cardinê, merceyeta Iraqê ser pêwîstiya parastina yekperçetiya erdê Iraqê teqez kir. Niha bereberê hilbijartinên parlemanî li Iraqê jî sekinîna ser berjewendiyên  neteweyî ber û laya herî giring  a stratejiya  merceyeta Iraqê ye.

Li ser vê esasê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma  Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê  şîeyan destnîşan kir ku merceyeta olî , piştgiriyê nade  tu partî û berbijarekî li hilbijartinê û li hember gişkan helwesteke yeksan heye. Ev nihêrîna  nîşana  sekinîna  merceyetê ser yekitiya şîe û suniyan li Iraqê ye.

 Yek ji taybetmendiyên  herî giring  ên  merceyeta Iraqê eva ye ku  tim nihêrîneke  herêmî û hundirî li siyaset û li ewlehiyê hene. Merceyeta Iraqê bi  fêrkariyên mezhebî û ezmûnên  dîrokî li ser vê bawerê ne ku  bingeha  piraniya pirsgirêkên vî welatî, bi taybet bêewlehiyên ku DAIŞ`ê çêkiri, vedigere ser mudaxila   aktorên biyanî. aktorên biyanî niha ji bo hilbijartinên parlemanî yên Iraqê jî plan û bernameyên  berfireh hene ku esasa wan, girtina pêşiya  serketina  liv û tevegrên  xweser û  ne girêdayî bi taybet li nav şîeyan li hilbijartinên  parlemanî ye . Li ser vê esasê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma  Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê  şîeyan ser pêîwstiya  girtina pêşiya mudaxila biyaniyan li hilbijartinên  Iraqê ji riya  piştgiriya aborî sekinî.

 Xala sisyan a stratejiya merceyetê li bara hilbijartinên parlemanî ya 2018` an  sekinîna ser beşdariya berfireh a  xelkê ye. Beşdariya  gel tevî ku  tê wateya `` kivşkirina  çarenivîsa wan`` her wiha  mudaxila biyaniyan li hilbijartinên  Iraqê garantî dike. Boykotkirina  hilbijartinê û beşdariya lawaz  weke dewama mudaxila biyaniyan e yên ku dijberê demokrasiyê li Iraqê ne, loma Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma  Seyd Elî Sîstanî li xutbên nimêja îniyê li Kerbelayê destnîşan kir ku beşdariya li hilbijartinê mafê hemî welatiyan e.