May 01, 2018 12:53 Asia/Tehran
  • Dewama îdiayên pêkenî yên Netanyahû li bara îranê

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahû Duşemê bi şev li şanoyeka propagandayî ya nû hejmareka wêne, CD û kaxaz li ber kameraya televîziyonê nîşan dan û îdia kir ku Îranê bernameya xwe ya nihênî bo çêkirina çekên atomî heye.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bêyî amajeya bi ambarkirina bi sedan kumikên atomî li cebilxanên xwe ya çekên navokî bike, îdia kir ku Îranê piştî îmzekirina Lihevkirina Atomê ji cîhanê ra derew gotiye û hewildana xwe ji bo veşartina bernameya çêkirina çekên atomî çalaktir kiriye.

Ev şaanoyeka pêkenî ya Bênyamîn Netanyahû li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heta niha bi caran li ser biaştîbûna çalakiyên navokî yên Îranê pêgirî kiriye.

Berdevkê wezaret akarên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berbenga Sêşemiyê şanoya pêkenî ya vêî dawiyê ya Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li bara Îranê hewildana bêencam a têkçûyeykî derwwîn û riswa da zanîn û ji billî derewgotinê û fêlbaziyê tiştekî xwe tune ku raber bike.

Behram Qasimî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku serokên Rêjîma Siyonîst mayîna "Rêjîma xwe ya nerewa" li gefçêkirinê bi saya bikaranîna şarlatalîsma (charlatanism) serdem Cahiliyet û nezantiyê dibînin, got: Nêtanyahû û Rêjîma zarokkuj a Siyonîst divê gihîştibin vê asta têgihîştina seretayî ku gelê cîhanê xwedan fehm, agahî û têgihîştinê ne têra xwe.

Ev şaanoyeka pêkenî ya Benyamîn Netanyahû li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heta niha bi caran li ser biaştîbûna çalakiyên navokî yên Îranê pêgirî kiriye.

Alîkarê Siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Duşemiyê bi şev wek berteka li hemberî propagandaya nû ya Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li dijî Îranê got: Ev şanoyeka pêkenî û zarokane bû. Alîklarê Siaysî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Ebas Iraqçî belgeyên raberkirî ji aliyê Nêtanyahû va sexte û çêkirî da zanîn û got: Ev karê Rêjîma Siyonîst şanoyeka plandarêştî ji bo bandordanîna li ser biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara Lihevkirina Atomî bû.

Îdiaya Netanyahû li bara hewildana Îranê ji bo çêkirina çekên atomî dubarekirina heman îdiayan e ku amerîkiyan pêştir bi navê çalakiyln atomî yên pêştir ên Îranê bi navê "PMD" çêkiribûn û di Lihevkirina Atomî da ev dosye ji aliyê ajansê va hat girêdanê.

Berpirsa Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê Duşemiyê bi şev wek berteka li hemberî vê şanoya propagandayî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heta niha bi deh raporan sozdariya îranê derheq Lihevkirina Atomî piştrast kiriye, destnîşan kir: Nêtanyahû tu belgeyek raber nekiriye ku nîşan bide Îranê Lihevkirina Atomî binpê kiriye.

Ev îdiaya Netanyahû derdem piştî sefera Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Aemrîkayê bo Filsitîna dagirbûyî hat hilêxistin û nîşan da ku destê Trump vala ye û ew ji bo derketina ji Lihevkirina Atomî hewcedara mehneyekê ye.

Li vî halî, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bi Twittekê hevdembûna îdiaya bêbingeh a Netanyahû û nêzikbûna bo dema biryara Trump li bara lihevkirina Navokî hevahengiyeka bi naşîtî da zanîn û got: "Kelecana Trump perede wêda dan".

Trump pêştir ragiahndibû ku heta 12ê Gulanê li bara mayîn an derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî dê biryarê bide.

Netanyahû şeş salan beriya niha jî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi nîşandana nigareyekê îdia kiribû ku Îran li halê derbaskirina hêsa sor a bidestxistina bombeya atomê ye.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (Amerîka, Rûsiye, Çîn, Franse, Inglîs û Alman) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar  ji meha çileya 2016an ketiye qada cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wekî yek ji îmzekerên vê lihevkirina navneteweyî hertim li ser rêya cihanîna wê bêsoziyê dike.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokiyê, ev lihevkirina wek lihevkirineka bixuf û xeter daye zanîn û xwestiye ku were betalkirin. Lê dinya li dijî vî karê dijminane ye.

Serokomarê Amerîkayê roja 12ê Çileya bihurî (2018) rawestandina demkî ya boykotên atomî li dijî Îranê dirêj kir; Lê hişyarî da welatên ewropî ku heke Lihevkirina Atomî li gorî xwestek û meyla wî neguherînin, di dora din da anku 12ê Gulana 2018an dê rawestandina boykotan dirêj neke û ji Lihevkirina Atomî derkeve.