Nîsan 27, 2018 17:27 Asia/Tehran
  • Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Dewleta Tirkîyê bi rêya tirsandinê, civaka medenî bêdeng dike

Sazîya Navnetewî ya Efûyê li raporekê aşkira kir, ``tepeserkirina berdewam û ber bi zêdebûnê`` bûye sedem ku karê berevanên mafên mirovan li Tirkîyê bisînor bibe û pişka zêde ya civakê di nav tirseke berdewam de bijî.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê, vê sazîyê li raporekê ser navê `` derbasbûna ji tofanê, berevanîya ji mafên mirovan di atmosfera tirsê ya li Tirkîyê`` ragihand ku tepeserkirina berdewam û ber bi berfirebûnê bûye sebeb ku çalakîyên berevanên mafên mirovan li Tirkîyê veşartî bên ragirtinê û hin çîn û qatên civakê hertim di nava tirsê de bin.

Govarî Van Golîk rêvebirê çiqa Ewropayê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê got ku li halekî ku girtina rojnamevan û çalakn di rêza yekem a nûçeyan da ye, tepeserkirina neyaran li Tirkîyê bandora kûr a ku li gellek kom û çîn û qatên civakê kirîye , girantir ji wê ye ku mirov bikare kivş bike lê rastîya vê yekê heye.

Ev rapora nîşan dide ku çawan hin deverên Tirkîyê di rewşa awarte ya berdewam da nehatine guhertinê. Bi dû tepeserkirina seranserî li Tirkîyê, gellek kes hatine girtinê û ji kar hatine derxistinê û dezgeha dadwerîya vî welatî ji qaşo neyaran hat paqijkirinê, berevanên mafên mirovan bi rêya gef, azirandin û girtinê hatine bêdengkirinê.

Govarî Van Golîk rêvebirê çiqa Ewropayê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê herwiha got: Berpirsên Tirkîyê ser navê rewşa awarte li vî welatî, biqest û aşkira çalakîyên berevanên mafên mirovan didin sekinandinê û civaka medenî û sazî û dezgehên curbicur bêdeng kirine û atmosfereke fetisandin û tirsê pêk anîne.

Tirkîyê herwiha hin berevanên mafên mirovan ku nerazîbûna xwe li hemberî opêrasyona vî welatî ya bi navê Çiqila Zeytûnê dijî Efrînê nîşan dane girtine û di meha Adarê da 20 xwendekarên zanîngehê yên nerazî ku pişkdarîya xwenîşandana dijî şêrr kiribûn, girtin.

Bi dû ragihandina rewşa awarte zêde ji 1300 sazî û dezgehên gelanî bi awayekî dayimî hatin girêdanê. Ji wan komên ku di warê piştgirîya ji mexdûrên şîdeta cinsî, aware û zarokan de kar dikin.

Govarî Van Golîk rêvebirê çiqa Ewropayê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê mukur hat: Kiryarên neasayî li Tirkîyê bi awayekî berfire dibin karên asayî û tevî êrişa biqest a ser mirov û koman hela jî hin mirovên wêrek hene ku nerazîbûna xwe nîşan didin. Civaka navnetewî divê li rex wan kesan bisekine û ji berpirsên Tirkîyê bixwaze ku bisînorkirina kar û çalakîyên dezgehên medenî bi dawî bîne, tepeserkirina azadîyê kuta bike û tirsandina gel rawestîne.