Nîsan 27, 2018 12:42 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Îran, Rûsîye û Pakistanê têkildarî lidarxistina Konfiransa Ewlehîyê bi pişkdarîya welatên herêmê

Sêkrêtêrên Konseyên Bilind ên Ewlehîya Netewî yên Îran, Ûrsêt û Pakistanê basa lihevkirina ji bo lidarxistina Konfiransa Ewlehîyê ya Hevpar bi pişkdarîya welatên din ên herêmê kirin.

Edmîral Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê, Nikolay Patroşov sêkrêtêrê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê û general Nasirxan Cincûe rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokwezîrê Pakistanê herwiha dilgiranîya xwe ji ber kiryarê alozkir ên Amerîkayê li herêmê dîyar kirin û pêgirî li ser pêwîstîya hevkarîya welatên bibandor ên Asyayê ji bo sekinîna li hemberî vê yekê kirin.

Elî Şemixanî ku ji bo pişkdarîya li nehemîn civîna berpirsên bilind ên ewlehîyê yên 5 parzemînên cîhanê çûbû şarê Soçî yê Ûrsêtê, şeva buhurî berî ku terka Soçîyê bide, li koma nûçegihanan bi gotina vîya ku Amerîka dixwaze têrorîsmê ji Sûrîye û Iraqê veguhêze Efganistanê, dîyar kir: Em bi dû pişkdarîya welatên din ên kêrhatî yên parzemîna Asyayê li têkoşîna dijî têrorîsmê ne.

Sekinîna li hemberî gefên hevpar ji wan têrorîsmê ji wan armancan e ku hewcedarê hevkarîyên çendalî yên navçeyî ne. Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li axavtina xwe ya vê dawîyê li Civîna Aştîya Mayinde li New Yorkê di vî warî de pêgirî kir ku Îran di vî warî da pêşeng e û pêşnîyara hevkarîyên navçeyî ji bo çareserkirina pirsgirêkan dike.

Ser vî esasî Edmîral Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li rex civîna ewlehîyê ya Soçîyê li hevdîtina digel Nasirxan Cincoe rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokwezîrê Pakistanê pêgirî li ser pêwîstîya hevkarîya dualî û çendalî ji bo sekinîna li hemberî gefan kir û got: Îran û Pakistanê wek du welatên girîng ên cîhana islamê erk û berpirsîyên girîng têkildarî pêşeroja ometa islamê hene.

Ezmûna ji ber alûgurên çend dehsalîyên vê dawîyê li rojavaya Asyayê nîşan dide şerên rasterast û biwekalet li navçê, bazareke guncav ji bo firotina çekên welatên rojavayî vekirine. Donald Trump serokomarê Amerîkayê jî bi nêrîneke qazanckirinê birêxistina qeyranan li navçê û berdewamkirina qeyranên hanê ji wan li Sûrîye û Yemenê û di çarçova proja tirsandina welatan ji Îranê li herêmê didomîne.

Serleşker Emîr Hatemî wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê jî di vî warî da dibêje: Ew qeyran bi pişkdarî û destwerdana bîyanîyan û hêzên derveyî herêmê tên birêvebirin û hewcedarî, nezanî û xapîna hin dewletên navçê alîkarîyê dide gêreyên li rojavaya Asyayê.

Eyan e ku ewlehî û aştîya mayinde hewcedarê hevkarîya welatên navçê ye û heta dema ku hewildaneke komkî ji bo pêkanîna aştîya berfire û ewlehîyê li herêmê tinebe, gêre û nearamî yê bidomin. Ser vî esasî ye ku Komara Islamî ya Îranê ji hemî welatên herêmê nemaze cînaran dixwaze ku tevlî hewildanên hevpar ku garantîkirê herêmeke xurt û ewlehîyeke yekperçe ne bibin. Lihevkirina Îran, Ûrsêt û Pakistanê ji bo lidarxistina Konfiransa Ewlehîyê ya Hevpar bi pişkdarîya welatên din ên herêmê jî divê di vê çarçovê da bê nirxandinê.