Sibat 08, 2018 17:40 Asia/Tehran
  • Geşatîya Inqilaba Islamî ya Îranê li gorî nêrîna rêberê inqilabê

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê îro hevgavê salroja beyeta dîrokî ya ``homaferên hêza hewayî``(efserên têknîkî yên hêza hewayî) ya Artêşa Îranê digel Îmam Xumêynî (RE) de ku di roja 19`ê Behmena sala 1979`ê de pêk hat, li hevdîtina digel hejmarek fermande û pêrsonêlên hêza hewayî û navenda pedafenda hewayî ya Artêşê, Inqilaba Islamî ``rastîyeke zindî`` zanî.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Inqilaba Islamî rastîyeke zindî zanî û bi pêgirîya ser vîya ku dewam û qahîmbûna inqilaba di roja îro de zêdetir ji ya rojên wê yên destpêkê ye, got:Inqilabî û şoreşgêrên roja îro ji yên rojên destpêka Inqilaba Islamî berxwedêrtir, zanetir û agahtir in lewma, Inqilaba Islamî li pêş ketîye û kemilîye.

Inqilaba Islamî ya Îranê 39 salan berî niha di roja 22`yê Behmena sala 1357`ê de (11`ê Sibata sala 1979`ê) ser ket. Lê tevî zext û kîn û dijminatîyên zorbêjên cîhanî ser derzîyekê ji islû û armanc û ramanên xwe yên roja destpêkê venekişîyaye û bi moraleke xurt û misoger rêka xwe domandîye.

Berxwedana gelê Îranê li hemberî zilhêzên zorbêj potansîyelên pergala Komara Islamî li qadên navçeyî û navnetewî nemaze di warê piştgirîya ji mafên gelên zilimdîtî aşkira kirin. Piştgirîya ji mafên Fiilstîn, Efganistan, Yemen û misilmanên mezlûm ên Rûhîngîyayî encama isûl û ramanên vê inqilabê ye ku tu wexta bi derbasbûna demê kêmreng nebûne ş yan nehatine jibîrkirinê.

Li gorî teybîra rêberê qedirgiran ê inqilabê, ``berxwedana li hemberî zilm û fesadîyê li asta navnetewî û riswakirina zalim û fasidan`` ji wan sîyasetên isûlî yên pergala Komara Islamî ye. Amerîkayê di 39 salên buhurî de di bin maska derew û durûtîyê xwe berevanê mafên mirovan nîşan daye û bi derew û fêlbazîyan Îranê bi şandina mûşekan ji bo Yemenê tawanbar dike ta ku cinayetên xwe binuxumîne. Lê Amerîka niha bi hemî dew û dozên têkildarî mafên mirovan pişta Israîlê ku eva heftê sal in zilmê li gelê Filistînê dike digire. Çawan ku destê Waşîngtonê li kuştina gelên Yemen û Efganistanê jî heye û her roj hejmarek zêde ya gelê bêberevan bi destê hevpeymanên Amerîkayê û bi çekên amerîkî tên kuştin.

Bê guman heta dema ku ev zilma heye, inqilab û Nizama Komara Islamî ya Îranê jî bêdeng nabe û yê li hemberî zaliman bisekine. Amerîka roja îro vê rastîyê dibîne ku parêzvanên inqilabê û nizama islamî wêrekane û bi awayekî serfiraz heta derveyî sînorên Îranê, li Iraq û Sûrîyê li hemberî têrorîst û şerûtên ku Amerîka, Israîl û Erebistan pişta wan digirin, bi awayekî xurt sekinîye û nirxên dînî diparêze. Lewma Amerîkayê hemî hewla xwe xist dewrê da ku berxwedanê kokbirr bike. Lê wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê hezretê ayetulah Xaminêyî got: `` Li mijara berxwedana li devera rojavaya Asyayê, amerîkîyan biryar dabûn berxwedanê kokbirr bikin lê me li ber xwe da û me got ku em rê nadin, roja îro jî ji bo hemî dinyayê hatîye selimandin ku Amerîkayê dixwest û nekarî lê me xwest û karî.``

Bê guman ev xwestin û karîna ji nirxên inqilaba islamî ne ku berhemên pirrbereket hebûne û durûtîya Amerîkayê di warê berevanîya ji dêmokirasîyê û mafên mirovan aşkira kirine û ew riswa kirine.

Inqilaba Islamî ya Îranê bi vejîyandina nirxên binlind ên insanî, bûye rastîyeke zindî ku hela jî bi coş û geş didome. Pişkdarîya berfire û pirrcoş a gelê Îranê li merasim û boneyên mzin ên wek meşa roja 22`yê Behmenê jî nîşana dewama morala şoreşgêrîya gelê Îranê û nîşana mayindebûna nirx û destkevtên Inqilaba Islamî ye.