Sibat 04, 2018 20:33 Asia/Tehran
  • Pêgirîya partîyên dijber ên hikûmeta Tirkîyê ji bo destpêkrina peywendîyan digel Sûrîyê

Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) ji Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî xwest ku ji bo parastina yekperçetîya axa Sûrîyê û girtina pêşîya xwînrijandina li vî welatî, demlidest bi Şamê re bikeve peywendîyê.

Kemal Kiliçdaroglu li axavtina li kongira giştî ya CHP`ê ku li bajarê Enqerê hat lidarxistin, ji Erdogan xwest ku zûka peywendîyên Enqere û Şamê bizvirîne rewşa berê.

Gotinên serokê partîya herî mezin a muxalifetê li Tirkîyê li halekî ne ku wî berovajî dijberîyên cidî li hemberî sîyasetên AKP`ê yên qadên navxweyî û derveyî, piştgirî daye opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrîna Sûrîyê û hêzên kurd.

Peywendîyên dualî yên Tirkîye û Sûrîyê mideha çend salên buhurî de gellek tûşî evrazî û nişîvîyê bûne. Cida ji sîyasetên leşkerî yên Tirkîyê li nav Sûrîyê, helwestên partîyên dijber li parlimana Tirkîyê yên li dijî sîyasetên dewleta Enqerê, ew evrazî û nişîvî gurr û zêde kirine.

Partîyên muxalif ên Tirkîyê hertim li dijî sîyasetên dewleta Enqerê yên li nav û derveyî vî welatî derketine.

Di eynî demî de, neyarîya partîyên Tirkîyê li hemberî dagirkriina axa Sûrîyê ji wan ewlewîyetên partîyên tirkîyeyî nemaze partîyên muxalif tê hesêb. Wek mînak Ayhan Bîlgen parlimanterê HDP`ê tevî rexnekirina opêrasyona artêşa vî welatî li Efrîna Sûrîyê gotîye: Opêrasyona artêşa Tirkîyê ya qaşo Çiqila Zeytûnê li bajarê Efrînê netenê feydeyek ji bo Tirkîyê tineye belkî yê xisarên giran bigihîne Tirkîyê.

Di vî warî de heta partîyên yar digel dewleta Erdogan jî sîyaseta dewleta Enqerê ya dagirkirina axa Sûrîyê neisûlî zanîne. Bîrol Aydin sîyasetvanê partîya Seadet a Tirkîyê vê dawîyê sîyaseta delweta Erdogîn a nav û derveyî welêt işkestxwarî zanî.

Wî got: AKP`ê Tirkîye ji rê derxistîye û li sîyasetên aborî, civakî û pergala hiqûqê tûşî işkestê bûye.

Temel Kara Mulaoglu serokê partîya islamî ya Seadet a Tirkîyê jî vê dawîyê bal kişand ser destwerdana vî welatî li şerên Iraq û Sûrîyê û piştgirîya ji komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê û ragihand: Dewleta Enqerê divê berdêla dagirkerîyên li Sûrîye û Iraqê bide.

Bi ser hev da, li gorî neyarîyên partîyên tirkîyeyî divê bê gotin: Dûr e ku li gorî dagirkirina axa Sûrîyê encama ku dewleta Enqerê li Sûrîyê bi dû wê ye, serê xwe bigire. Eva li halekî ye ku sîyaseta jinavbirina tam a kurdan ku dewleta Erdogîn li Tirkîye û Sûrîyê dişopîne, sîyaseteke şaş û neisûlî ye. Li gorî dagirkirina axa Sûrîyê ûcihanîna çend opêrasyonan li axa vî welatî, asayîkirina peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê dûr xûya dike.