Minqişe û dijberiyên ser globalîzmê li civîna Davûsê
Donald Trump wekî yekim serokomarê Emerîkayê li 18 salên derbasbûyî berê xwe daye Davûsa Swîsrayê ku li civata cîhanî ya aboriyê, helwêsta teze ya Emerîkayê derheq ticareta cîhanî şirove bike.
Serokomarê Emerîkayê hewl dide li axiftina li vê civînê û bi hevdîtina tev rayedarên pilebilind ên şirîkên ticarî yên Emerîkayê û çalakên aborî, endîşe û dilgiraniyên derheq siyaset û helwêstên piştgirane yên xwe ji berhemhênerên navxweyî yên Emerîkayê kêm bike.
Trump wekî nûnerê tevgera netewexwaz a aborî li Emerîkayê ser îbtalbûna hin qayîde û qirarên cîhanî yên aboriyê yên mîna wêdebirina bêşên gumrukî, guhestina bi azad ve ya hêza kar û sermayê û pêkanîna blûkên aborî yên çenalî teqez dike. Loma jî Trump bereberê sefera Davûsê, bêşên derkirîna sêlên enerjiya tavê û makînên şoştin û yên paqijkir bo Emerîkayê zêde kir û cardinê xwest ku reformên nû li Rêxistina Ticareta Azad a Emerîkaya Bakurî( NEFTA) pêk werin.
Dewleta Emerîkayê hêvî dike ji vê riyê berhemanina pêşeyî li vî welatî pêş bêxe û zêde bike û bi vî awayî derfetên nû yên kar û xebatê ji karkirên emerîkî re pêk bîne. lê wer nayê xûyanê ku şirîkên ticarî yên Emerîkayê an çalakên biyanî li warê berhemanînên pêşeyî li Emerîkayê heger û delîlên Trumû û netewexwazên aborî yên Emerîkayê qebûl bikin.
Aşîş Komar Sen, alîkarê rêveberê peywedniyên Konseya Atlantîkê dibêje: Bernama karê civîan Davûsê sekinîna ser globalîzmê ye û wê weke kok û esasa xurtkirina bingeha aborî û tenahiay giştî li hemî welatên cîhanê dizane li halekê ku siyaseta piştgiriya ji berhemên navxweyî û nihêrîna `Ewil Emerîka` ya Trump qet bi wê re hev nayê. Li çarçoveya van dijberiyan, tê gotin ku xebitandina sermaya derveyî li Emerîkayê li sala 2017an sedî 33 kêm bibû.Helbet ev welata hîn jî welatê herî mezin ê xebitandina sermaya derve li cîhanê ye, lê îsrara ser siyasetên piştgirane û zext û zora ser şîrketên biyanî li Emerîkayê dê bandora neyînî dayne ser asta xebitandian sermayabiyanî li vî welatî. Tevî ku tê texmînkirin şirîkên ticarî yên Emerîkayê piranî bixwezin bi hin kiryaran tola xwe ji vî welatî bistînin û bona kelûmelên emerîkî bêşan kivş bikin vêca hîngê asta derfirotina Emerîkayê dê kêm bibe û dê mesela kar û şuxilê li vî welatî bikeve ber xeterê.
Loma hin êkonomîst û çalakên ticareta navneteweyî li bara derketina şerê bêş û diravê derve navbera hêzxurtan hişyarî dane. Ezmûna dîrokî nîşan daye ev behs û munaqişe dê tenê li warê aborî û malî nebin û dê bibin sedema lihevketinên siyasî-ewlehiyê navbera welatan û blûkan.