Çile 21, 2018 19:08 Asia/Tehran
  • Seredana Barzanî ya Têhranê, vegotina dewraneke tal lê ibretwergir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ku şeva buhurî giheşte Têhranê, îro bi rayedarên Îranê re gotûbêj kir.

Barzanî berî seredana xwe ya Têhranê çû Bexdayê ta ku yekem seredana xwe piştî işkesta giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê bi gotûbêjeke cida ji ber berê digel dewleta Iraqê destpê bike.

Ev seredana di rastîyê de li gorî sîyasetên nû yên Hewlêrê û baldayîna ser gotûbêj û hevkarîya digel Bexdayê pêk tê.

Şirovekirina berovajî ya giştpirsîyê bi xewn û xeyala dewleta serbixwe ya kurdan, ev rastîya aşkira kir ku Mesûd Barzanî ber bayê hin bereyên xalifî derbasî lîstikeke sîyasî ya bitehluke û pirrberdêl bû ku armancên wê ji pêş ve kifş bûn. Mesûd Barzanî bi adrêsa şaş a hin bîyanîyan û li halekî ku dizanî tenha piştgirê perçekriina Iraqê, Israîl e, pêgirî li ser dewama vê macerahezîyê û lidarxistina giştpirsîyê kir.

Evdilbarî Etwan nivîskar û şirovekirê navdar ê ereb li nivîsarekê ku li rojnama Ray Al Yewmê hat weşandinê nivîsî: Pêşeroj piştî giştpirsîyê nezelal e. Gellek nîşane vê yekê piştrast dikin ku ev qonaxa dê dijwar be. Serdêra vê qonaxê, bêistiqrarî û renge gurrbûna agirê şêrr be û diqewime hêrsa kurdan êzinga herî berbiçav a wî şerî be.

Gotinên îro yên Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî di vî warî de girîng in.

Şemixanî li vê hevdîtinê bi zelalî bal kişand ser istiratêjîya lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê û got: Vê giştpirsîyê berdêlên giran ên sîyasî, aborî û ewlehîyê dan ser milê gelê Kurdistana Iraqê û welatên cînar, ji ber ku hin kes ser vê bawerê bûn ku ewlehîya gelê kurd ji ya welatîyên din ên Iraqê û navçê cida ye û imkana kontrolkirina gefa DAIŞ`ê û têrorîsmê bi muzakire û danûistandinê heye.

Xala girîng a din ku Şemixanî li vê hevdîtinê hilêxist, meseleya hin liv û tevgerên navçeyî yên vê dawîyê têkildarî ewlehîya Îranê ye. Şemixanî ``ewlehî`` hêla sor a Komara Islamî ya Îranê zanî û got: Bikaranîna axa kurdên Iraqê ji hêla hin komên li dijî inqilabê ji bo kuştina serbaz  ûwelatîyên îranî û vegera wan bo deverên di bin desthilata Kurdistana Iraqê de, bi tu awayî nayê tamulkirin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî li hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê, bal kişand ser rola hin zilhêzan ji bo reşkirin û sistkirina ewlehî û istiqrara navçê û got: Hemî etnîkên welatên navçê ji wan kurdên Iraqê divê di çarçova destûra bingehîn û yekperçetîya axa van welatan de mafên xwe yên rewa û qanûnî bi dest bixin.

Eyan e ku Komara Islamî ya Îranê dê hemî potansîyelên xwe ji bo piştevanîya ji çareserkirina meseleyan û alîkarîya bo ewlehî û aramîya Iraqê bixe dewrê û bikar bîne. Lê wisan ku Şemixanî got, nêrîna Îranê têkildarî Iraqê ser bingeha yekperçetî û tifaqa hemî etnîkên li Iraqê ye.

Niha gotina Nêçîrvan Barzanî pêbendîya li Iraq yekperçe bike. Barzanî got: Kurdistana Iraqê hertim xwazyarê iraqeke yekgirtî û yekperçe ye û hemî alî divê pêbendê destûra bingehîn a Iraqê bin.