Çile 19, 2018 20:33 Asia/Tehran
  • Dirêjkirina rewşa awarte li Tirkîyê

Meclisa Tirkîyê duh ango 18`ê Çilê careka din pêşnîyara dewleta vî welatî ji bo dirêjkirina dema Rewşa Awarte li Tirkîyê pejirand.

Tevî hemî rexne û nerazîbûnên li hemberî sepandina Rewşa Awarte li Tirkîyê, AKP`ê ku pirranîya kursîyên meclisê dêstî da ye bi hêsanî karî vê rewşê sê mehên din jî dirêj bike.

Eva cara şeşem e ku Rewşa Awarte li Tirkîyê tê dirêjkirin.

Rewşa Awarte di 20`ê Tîrmeha sala 2016`an de ango 5 rojan piştî derbeya serneketî li Tirkîyê cih hat û ji wê demê va heta niha sê mehan carekê hatîye dirêjkirin.

Rewşa awarte desthilatên taybet dide rayedar û hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê lewma, rayedarên vî welatî ji Tîrmeha sala 2016`an ve eta niha dest bi girtina berfire û komkî li nav hêzên artêş, polîs, dezgeha dadwerîyê, rayedarên sîyasî yên neyar û rexnekir, rojnamevan, hunermend, nivîskar û mamosteyên zanîngehan li Tirkîyê kirine ku girtina wan hemî bi heceta têkilîya wan kesan digel derbê re pêk hatîye.

YE`yê û partîyên neyar ên dewleta Tirkîyê, Enqere tawanbar kirine ku derbê wek darê destan ji bo tolhildana ji neyarên sîyasî yên xwe bi kar tîne lê, dewleta Tirkîyê hela jî car bo carê bi pêleke nû ya girtinan netenê cureke dilgiranî û tirsê dixe nav civakê belkî bi dû sepandina vê mijarê ye jî ku civak hela jî hewcedarê hişyarbûna rayedarên sîyasî û ewlehîyê ji bo parastina ewlehîya civakî û aborîyê ye. Di eynî demê de dewleta Enqerê û rayedarên pilebilind ên vî welatî hez nakin imkana otltîmatoma ji bo sekinîna li hemberî neyaran ji her çîn û qateke sîyasî û civakî bêyî berçavgirtina isûl û mafên welatîbûnê ji dest bidin ji ber ku tenê di rewşa awarte de ye ku hêzên zabite yên dadwerîyê û mexmûrên dewletê dikarin bêyî berçavgiritna qanûnan û di qailkê sûdwergirtina herî zêde ji desthilata taybet de tepeserkirina neyarên xwe bi mista hesin bidomînin.

Lê hin kes ser vê bawerê ne ku armanca şexsê Erdogan û dewleta Tirkîyê têkildarî dirêjkirina dema rewşa awarte li welêt ``pêşdebirina plana nerm a Erdogîn ji bo serdestîya tam li sazî û dezgehên ewlehî û dadwerîyê û tevayê civakê`` ye. Di vî warî de Volfgang Pîkolî serokê pişka lêkolînan a sazîya lêzanînan a Teneo`yê gotîye ku hewildana Erdogîn ji bo serdestîya li sazî  ûdezgehên ewlehî, dadwerî û kargêrîyê di demeke kurt de ye ku ev yeka dê bibe sedema cîdemayîna sîyasî li Tirkîyê.

Tişta ku bûye sedem ev sîyaseta li destûrkara Erdogîn cî bigire ``pêvajoya kêmbûna hebandina Erdogîn nav gel de`` ye. Alûgurên sîyasî û civakî yên ji ber nerazîbûnên ku encama sîyaset û hikimdarîya AKP`ê bûne, niha ji desteya hikimdar li Tirkîyê re bûne dilgiranî û fukarên sîyasî û ewlehîyê. Hin biryarên têkildarî sîyaseta derve û ya navxweyî li Tirkîyê ku nerazîbûnên giştî lez û gurr kirine û Erdogan neçar kirine ku ji bo çavdêrîya ser dezgehên kargêr û ewlehîyê zêdetir bike.

Derûdorên sîyasî yên Tirkîyê vê rewşê ``berfirebûna şêwaza polîsî ya hikûmetê li Tirkîyê`` bi nav dikin. Lewma Erdogan li hemî meseleyên welêt destwerdanê dike û hewil dide dewsa kar û erka xwe ya serokomarîyê, rola serokatîya AKP`ê bilîze. Rewşa ku li serederîya wî li birêvebirina propagandên bo hilbijartinên parlimanî, lidarxistina giştpirsîya guhertina destûra bingehîn û hin caran meşên ji bo piştgirîya ji dewletê xwe eyan dike.