Çile 19, 2018 15:42 Asia/Tehran
  • Gengeşeya paşdaxistina hilbijartinan li parlimana Iraqê

Piştî ku duh li civîna parlimana Iraqê di navbera parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek fraksyona herî mezin a parlimanî û serokê meclisê de têkildarî çawanîya dengwergirtina têkildarî pejirandina dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî de nakokî derket, parlimanterên vê hevalbendîyê ji civîna parlimanê vekişîyan û ev plana tûşî işketê bû.

Biryar e ku çaremîn dewra hilbijartinên parlimanî li Iraqê di 12`ê Gulana tê de bê lidarxistin.

Li halekî ku kêmtir ji 4 mehên din hilbijartinên parlimanî divê bên lidarxistin, Fraksyona Parlimanî ya Tahaluf Qewîye Al Iraqîye (Ehli Sune) û hin alîyên kurd li parlimana Iraqê xwestin ku ev hilbijartin bên paşdaxistin. Eva li halekî ye ku  Fraksyona Parlimanî ya Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek mezintirîn firaksyona parlimanî bi nîşana nerazîbûna li hemberî paşdaxistina hilbijartinan duh civîna meclisê terikand. Komên wek Tevgera Irade û Hevalbendîya Al Fetih jî dijî paşdaxistina hilbijartinan in.  Bi dû Firaksyona Parlimanî ya Hevalbendîya Netewî ya Iraqê, Fraksyona parlimanî ya Tevgera Gorranê jî ji civîna dengwergirtina nihênî ya têkildarî paşdaxistina dema hilbijartinên parlimana Iraqê derket.

Rewş vê yekê nîşan dide ku komên sîyasî yên nêzîkî şîeyan di rewşa niha de şanseke zêde ji bo serketina li hilbijartinên parlimana Iraqê hene. Eva li halekî ye ku him li deverên sunenişîn û him jî li deverên kurdnişîn, rewşa hevalbendîyên sune û kurdan baş nîne. Komên xwazyarê paşdaketina hilbijartinên parlimanê balê dikişînin ser mijara vegera awareyan, li halekî ku aware li cihên ku niha li wan dimînin jî dikarin dengê xwe bidin. Wer xûya dike ku Fraksyona Parlimanî ya Tahaluf Qewîye Al Iraqîye (Ehli Sune) û hin alîyên kurd ku dixwazin hilbijartin bên paşdaxistinê, dilgiranê vê yekê ne ku tişta li hilbijartinên di sala 2014`an de qewimî li hilbijartinên îsal de jî biqewime. Li hilbijartinên sala 2014`an de, Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî bi navbereke gellek zêde karî pirranîya kursîyên meclisê bi dest bixe û Tevgera Sedir û Bereya Al Mewatinê û komên din ên şîe jî li rêzên bi dû Hevalbendîya Dewleta Qanûnê û komên ser bi Ehli Sune û kurdên Iraqê jî li pey wan cî girtin.

Hegerek din di vî warî de jî têkildarî rikeberîyên herêmî ye. Wek mînak, li halekî ku Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) û çiqeke Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) bi hegera dûhatên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê û gurrbûna nerazîbûnên gelanî li ber zext û zora raya giştî ya devera Kurdistana Iraqê ne, partîyên rexnekir ên wek Tevgera Gorranê di rewşeke çêtir de ne. Lewma Tevgera Gorranê dijî paşdaxistina hilbijartinên parlimanî ye.

Lê mijara girîng eva ye ku paşdaxistina hilbijartinan li destûra bingehîn a Iraqê nehatîye berçavgirtin. Lewma paşdaxistina hilbijartinan karekî neqanûnî tê hesêb.

Haşim Al Kendî çavdêrê meseleyên sîyasî jî di vî warî de dibêje ku bi hegera nebûna mijara dirêjkirina demê li destûra bingehîn, karê parlimanê tê sekinandin û heta parlimanê desthilata dirêjkirina dema karê xwe piştî dema kifşkirî tineye û dewleta ji hêla parlimanê ve hatîye bijartinê jî nikare bidome.

Li gorî vê rewşê wer xûya nake ku plana paşdaxistina hilbijartinên parlimanî li meclisa Iraqê were pejirandin.