Tirsandina ji Îranê, stratejiya Emerîkayê li bara Îranê
Koşka Sipî li halekê ku van rojana bala xwe daye ser stratejiya derxistina astemgiyan ser riya rêketinnama navokî, hewl dideku li warê meselên navçeyî û mijara mafên mirovan jî bo Îranê pirsgirêkan derxîne.
Trump roja pênşemiyê li gotûbêja telefonî tev Êmanolêl Mekron hevtayê xwe yê fransî cardinê Îran bi kiryarên bêewlehîçêker tawanbar kir. Koşka Sipî li daxûyaniyekê bi tawanarkirina Îranê bi qaşo binpêkirina mafên welatîbûnê, raghand ku dewleta Emerîkayê dê li vê barê bêdeng nemîne.
Sara Senderz her wiha bal kişand ser vê yekê ka Trump bawer e rêketinnama navokî hin pirsgirêkên xwe hene û got Dewleta Emerîkayê tev kongire û hevpeymanên xwe dixebite ku bikare van pirsgirêkan çareser bike.
Êstîwen Monoçîn wezîrê xizînedariya Emerîkayê jî gotiye ku çavrê ye boykotên nû li dijî Îranê bên kivşkirin.
Koşka Sipî ji sê mehan berî niha ve li çarçoveya stratejiya ku li gor îdiayên bidijminatî û hertimî yên Waşengtonê li dijî Îranê hat amadekirin, hin pêngavan cida ji mesela gefa navokî bixe rojevê.
Xirakirina rêketinnama navokî, şantajên pûç li warê mafên mirovan û gef zanîna hêza mûşekî ya Îranê, sê bingehên sereke yên stratejia Emerîkayê li bara Îranê pêk tînin.
Dewleta Trump lê li vê barê gelek şaşitî kirin. Serokkomarê Emerîkayê bi van kiryarên xwe yên nemaqûl niha Waşengton rastî gelek pirsgirêkan anî. Trump eşkere hewl dide tiştê ku rêketinnama navokî dixwest bibin sdema aşitî û ewlehiya navçeyî ji nav bibe.
Serokkomarê Emerîkayê li têkiliyên xwe bi civaka navneteweyî re bi binpêkirina berdewam a berpisiyariyên navneteweyî yên vî welatî yên mîna derketina ji peymana av û hewayê û derxistina astengiyan li cihanîna rêketinnama navokî, lawazî û bêsoziyên Emerîkayê li hember berpirsiyariyên navneteweyî hîn zêdetir eşkere kirin.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê piştî civîna xwe ya roja pênşemiyê tev berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê û wezîrên karên derve yên Fransayê, Almanya û Brîtanyayê li Brukselê li twîterê nivîsî:Sê welatên ewrûpî û Yekitiya Ewrûpayê baş dizanin ku dewama sekinîna Îranê ser rêketinnama navokî girêdayî bi sekinîna tam ser wê ye.
Trump her wiha li halekê ku Emerîka, binpêkirê herî mezin ê mafên mirovan e ji bo piştgiriya ji rejîma zarûkuj gelek cinayet kirin û tev Erebistanê hevalbendiya rawestana li ber terorîzmê pêk anî da ku bi sedan milyar dular peymana firotina çekan wajo bike.