Kanûn 31, 2017 18:53 Asia/Tehran
  • Kombûnên nerizamendiyê li Îranê û piştgîriya Amerîkayê/ dubarekirina şaşitiyên berê

Ji çend rojan berî niha ve hin bajarên Îranê, bûne qada lidarxistina hin kombûn û xwenîşandanan bona nîşandayîna nerizamendiya xwe li hember pirsgirêkên aboriyê û kivşnekirina rewşa kesên li saziyên pereyî heyîtiyên xwe ji dest dane û bihabûna kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê.

Hin van kombûnan, di encama kiryarên ji pêşveamadebûyî de, bûn qada bêserûberiyê û kesên firsetxwaz, êriş birin ser çend navendên dewletî û bankan û cihên giştî kavil  kirin an jî agir berdan wan.

Ebdulriza Rehmanî Fezlî, wezîrê karên hundur ê Îranê, roja yekşemiyê li yekemîn civîna pêncemîn dewra Konseya Bilind a Parêzgehan li Têhranê û li berteka li hember hin derfetxweziyan û kiryarên bêserûberkir, bal kişand ser vê yekê ku qet îzn nayê dayîn ku civak tûşî bê ewlehîtî û lawaziyê bibe û destnîşan kir: Piştgîriya Rejîma Dagîrker a Qudsê û welatên paşverû yên navçê û Amerîkayê û kêfxweşiya wan ji hin bêserûberiyên li Îranê, bi xwe nîşan didin ku sedem û hegera van bêserûberî û bûyeran çi ye.

Li dewama van piştgiriyan, Sara Sendêrz, berdevka Kûşka Sipî, sibeha yekşemiyê li peyameka twitterî bal kişand ser vê yekê ku Amerîka li rex alozîçêkiran e û gef xwer: Rojên çavêxwegirtina Amerîkayê ji serkutkeriya li Îranê, bi dawî hatiye.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê jî li daxuyaniyeka tund bi dubarekirina ducarî ya îdiayên çend mehan berî niha yên Donald Trump dijî Îranê, îdia kiriye derfirotina sereke ya Îranê, şidet, xwînrijandin û bêserûberî ye.li vê daxuyaniyê hatiye destnîşankirin, Waşîngton ji hemî gelan xwestiye bi awayekî aşkera pişta xelkê Îranê bigirin, gelê ku midehekî beriya niha ji aliyê Trump ve terorîst hatibû zanîn.

Gelê Îranê van cure tevgeran berî niha jî ceribandiye û kokên wê bi başî nas dike.

Pîlanên Amerîkayê, li axiftinên vê dawiyê yên Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, bi awayekî aşkera diyar bû. Wî çend rojan berî niha li nivîsarekê li rojnama New York Times`ê nivîsî: Lihevkirina Navokî ya Îranê, êdî bala siyaseta me ya li hember Têhranê ve nakişîne... niha em li halê sekinîna li hember hemî gefên ji aliyê Îranê ve ne. Pişkek ji vê nihêrînê, pêkanîna dubare ya yekbûna bi şirîkên me yên li Rojhilata Navîn digire ber xwe ... û em ê hin karan jibo sekinîna li hember kiryarên nearamkir ên li navçê cih bînin.

Niha Koşka Sipî, di çarçoveya projeya hevkariyên hevpar ên stratêjîk bi Riyaz û Têlavîvê re bona sekinîna li hember Îranê, di fikr û xeyala alozkirina Îranê ye ta ku bi vî awayî, bi bawera xwe Îranê ji du aliyan ve, ya yekê li qada navxweyî û ya dudiyan  di warê navçeyî de rastî qeyraneka berfireh bîne.

Piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê di sala 1979`an de, Amerîka bona têkbirina nizamê, hin karên zav kirine û her pîlanek ji sepandina şêrr û piştgîriya tam a ji Sedam bigire heta boykotkirin û gefnîşandayîna bernama navokî û nerewanîşandayîna şiyana berevaniya Îranê cih anîne. Niha jî Amerîka jibo derbelêdana li Îranê, bi dû hin pîlanên nû ye.

Rayedarên dewleta Trump, ser vê bawerê ne jibo pêkanîna guherîna rastîn a li Îranê, divê pergal û nizama wê were guhertin. Hin rayedarên Amerîkayê yên wek Tîlêrson, berî niha hin planên wek veguhertina desthilatê li Îranê raber kirine ku berûlayên van armancan nîşan didin ku Amerîka dijî îranê bû dû  wan e.

New York Times`ê roja yekşemiyê li nivîsarekê bal kişand ser piştgîriyên Trump ji kombûyerên çend rojên vê dawiyê yên li Îranê û nivîsî: Hîn gelek tişt li ser van nerizamendiyan yan ku wê bigihîjine ku, diyar nîne.

New York Times`ê, xitabî Trump, herwiha got: Xelkê Îranêher fikrek ku li bara dewleta xwe hebin, lêbelê naxwazin serokomarê Amerîkayê ku vê dawiyê dijî  hêsankariyên aboriyê yên vî welatî û sefera wan a bo Amerîkayê derketiye, dengê nerizamendiya wan be.