Cotmeh 13, 2017 16:39 Asia/Tehran
  • Rêketinama navokî, Îran di cîgeheke serdestîyê de, Amerîka şaşûpaşo

Hevgavê nêzîkbûna dema axavtina Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî Îranê û rêektinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Berpirsên îranî têkildarî istiratêjîya Trump tu dilgiranîyek tinene û hemî tivdîrên guncav li hemberî kiryarên dewleta Trump hatine kirin.

Li gorî ragihandina berdevka Qesra Sipî, Trump înîyê şevê siet 20:15 li gorî dema Têhranê yê istiratêjîya dewleta Amerîkayê li hemberî Îranê û rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ragihîne. Pişkeke axavtina Trump têkildarî sîaysetên navçeyî yên Îranê ye û pişkeke jî li bara helwêstên Amerîkayê li hemberî rêketinama navokî be.

Têkildarî rêketinama navokî wer xûya dike Trump pêbendîya Îranê li rêketinama navokî erê nake û yê vê mijarê bispêre Kongira Amerîkayê. Dewleta Trump hewl dide bi hevkarîya Kongirê tengkirina rewşê têkildarî rêketinama navokî zêdetir bike û xêrên aborîyê yên wê ji bo Îranê kêm bike.

Li pişkeke din a axavtina Trump, sîyaseta navçeyî ya Îranê babeta sereke ye ta ku ew bi palpiştîya proja rizî ya tirsandina welatan ji Îranê, işkestên Amerîkayê û piştgirên vî welatî li navçê li hemberî Îranê binuxumîne. Amerîkayê bi derbasbûna 6 salan ji qeyrana Sûrîyê nekarîye bigihêje armancên xwe. Işkesta Amerîkayê li Sûrîyê, armancên demdirêj ên Amerîkayê li devera istiratêjîk a rojavaya Asyayê xistine rewşeke nezelal, lewma amerîkî hêrs bûne û hewl didin bi tawanbarkirinên pûç, zextên ser Îranê bên zêdekirin. Di vî warî de Hisên Mûsewîyan lêkolînerê pilebilind ê Zanîngeha Prinston a Amerîkayê şeva buhurî li hevpeyvîna tev televîzyona Al Jazeerê, têkildarî zêdebûna dijminatîya dewleta niha ya Amerîkayê li hemberî Îranê got: Koka vê dijminatîyê li serketinên bi dû hev ên Îranê li hemberî têrorîstên Amerîka pişta wan li navçê digire ji wan DAIŞ`ê ye.

Bilî vîya, li meseleya rêketinama navokî jî Îran li hemberî dewleta Donald Trump serdest e. Bilî Amerîkayê, welatên din ên endamê Koma 5+1`ê piştgirîyê didin rêketinama navokî û Trump ji bo ragihandina biryara nû ya xwe li hemberî vê rêketinama navokî ya navnetewî ``tenê`` ye. Lewma Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê duh li Têhranê got: Ez fikir nakim helwestên dewleta Trump di asta navnetewî de cidî bên zanînê. Di vê çarçovê de, Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê Almanê çarşem û pêncşemê li gotûbêja têlêfonî digel Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, li ser pêwîstîya pêbendîya hemî alîyan li rêketinama navokî sekinîn.

Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li Konseya Ewlehîyê ya NY hatîye pejirandinê û lihevkirin û sozeke navnetewî ye û Amerîka nikare bi awayekî yekalî ji wê vekişe. Mêkanîzm û esasa erêkirina pêbendîya Îranê li rêketinama navokî jî qanûna navnxweyî ya Amerîkayê nîne ku Trump li axavtina xwe ya îro û li rapora 15`ê Cotmehê bi hilêxistina daxwazên derveyî vê rêketinama navokî bêje ku Îranê rêketinama navokî binpê kirîye. Ajansa Navnetewî ya Ênêrîjya Atomê (IAEA) li 8 raporên xwe pêbendîya Îranê li rêketinama navokî erê û piştrast kirîye.

Wer hasilî kelam li gorî rewşa qada navnetewî û piştgirîya cîhanî ji rêketinama navokî û erêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, Îran li hemberî Amerîkayê serdest e û li hemberî biryara delweta Trump a têkildarî rêketinama navokî jî qet dilgiran nîne. Îranê di warê pêşeya navcokî de pêşketin û lêkolîneke berfire hebûye û bi vekişîna ihtimalî ya Amerîkayê ji rêketinama navokî, Îran yê baştir ji berê bernama xwe ya navokî ya biaştî bidomîne. Li bara bandora biryara nû ya Trump ser qazancên aborîyê yên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî li gorî helwêstên welatên ewropî, ew xwazyarê hevkarîya aborî digel Îranê ne, bilî vîya, aborîya Îranê bi sûdwergirtina tam ji sîyasetên aborîya ser bingeha berxwedanê, yê rêya xwe bê pirsgirêk bidomîne.