Îlon 09, 2017 10:51 Asia/Tehran
  •  Gotûbêja Trump û ereban li bara tirsandina ji Îranê

Sefera Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah mîrê Kuweytê bo Waşengtonê û hevgavê hewldana Donald Tump serokkomarê Emerîkayê jibo çareserkirina qeyrana erebî, bû mehneyek ku cardinê bi mijara tirsandina Îranê armancên xwe li navçê bi pêşde bibe.

 Koşka Sipî li daxûyaniyekê raghand ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja înê cida tev Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistanê, Muhemed Bin Zayid Alê Nehyan welîehdê Ebûzebiyê û Şêx TYemîm Bin Hemd  Alê Sanî mîrê Qeterê gotûbêj kiriye. Li vê daxûyaniyê hatiye: Trump li van gotûbêjan tekez kir ku  yekitiya  şirîkên  erebî yên Waşengtonê jibo jordebirina aramiya navçê û tiştê ku  rawestana li hember gefa Îranê da zanîn pêwîst e.

Beriya vê daxûyaniyê, Trump li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev  mîrê Kuweytê li Koşka Sipî, Komara Îslamî ya Îranê cardinê bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir.

 Tirsandian ji Îranê nihêrîna dewleta Trump jibo pêşdebirina  berjewendiyên  siyasî yên Emerîkayê li navça rojava Asiyayê ye. Herçend siyaseta Trump jibo lihevkirina  ereban li dijî Îranê rastî işkestê hatiye lê Emerîka beriya vê siyasetê dest bi firotina  çekan bo ereban  kiriye. şandina  diravên welatên  niftzêm ên erebî bo Emerîkayê jibo pêkanîan kar û şuxilan, armanca dewleta Trump e û li vê navberê, hewl dide bi tirsandian  ji Îranê vê pêvajoyê hêsan û lezgîn bike.

Rojnama emerîkî ya  Niyoyork Timesê jibo şirovekirina siayseta  dewleta Trump li Rojhilata navîn, bal kişand ser siyaseta  newekhev a Donald Trump berî û piştî hilbijartinên  serokkomariya  Emerîkayê li hember ERebistanê û nivîsî: Helwesta cidî li hember Îranê û pişt re  wajokirina  peymana  firotina  çekan bi qasî 110 milyar dularî navbera  Riayz û Waşengtonê, siyaseta Trump jibo şandina  dularên siûdî bo Emerîkayê bû.

 Di rewşeke wiha de, gişt baş dizanin ku  kîjan welatn navçê piştgiryê didine terorîzmê.Lê fend û fêla TRump dê meselê berûvajî nîşan nede ku Emerîka handerê sereke  yê pêkanîna  grûpên curbicure terorîstî ji wan DAIŞê ye.  Niha ku terorîst li Sûriyê ber bi jinavçûnê diin Emerîka  her karekî dike ku  wan rizgar bike. Li vê barê Frants Klîntsowîç alîkarê komîsyona karûbarên  berevanî û ewlehiyê yên konseya federasyona Rûsiyê roja îniyê got: Emerîkayê bi helîkopterê 20 fermandeyên DAIŞÊ ji Dêrazorê birin  cihên ewleh û ev kiryara cardinê piştgiriya  Waşengtonê ji vê grûpê selimand.

 Piştî ku  artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê sêşmiya buhurî dorpêça  sê salî ay Dêrazorê têk birin. çavkaniyên nûçan  roja pênşemiyê arghandin ku  ehvgavê pêşdeçûna  artêşa  Sûriyê ber bi  Dêarzorê, helîkopterên  emerîkî Tebaxa buhurî, 20 serkirdeyên DAIŞê ji vî bajarî derxistin.

 Ji ber van raporên belgedar, tu şik û gumanek namîne ku  Emerîka ji terorîzmê li anvçê piştgiriyê dike û tirsandina ji Îranê tenê amûrek e ku rasitiyan binuxumînin.