Îlon 08, 2017 17:54 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê careka din wek berteka li hemberî komkujîya misilmanên rûhîngîyayî li Miyanmarê ragihand: Divê berî ku bibe derengî, civaka cîhanî bikeve dewrê.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê duh li peyamekê bi rêka Tiwîterê tekez kir: Ti delîlek tineye ku civaka navnetewî rê bide komkujîya misilmanên rûhîngîyayî li ber çavê dinyayê bidome.

Pêla nû ya cinayetên artêş û bûdaîyên tundrê li dijî misilmanên Miyanmarê bûye sedema nerazîbûna idiakirên mafên mirovan jî lê li piratîkê tiştek neqewimîye. Kesên ku demên buhurî de xelata Nobêlê ya Aştîyê dan Ang San Sûçî serokwezîra Miyanmarê, roja  îro bi bêdengîyeke watedar li wê mêze dikin. Sûçîyê çend rojan berî niha bi helwesteke balkêş komkujîya misilmanan ret kir û piştgirî da kiryarên artêşa Miyanmarê li parêzgeha Raxînê.

Kêmîneya misilmanên rûhîngîyayî kêmîneya herî mezlûm li cîhanê ye. Heke meriv hema kêmekê bala xwe bide ser raporên televîzyonan li bara parêzgeha Raxînê, tenê tişta ku dikeve mejîyê her insanekî azadîxwaz, ew e ku cinayeta dijî mirovantîyê û komkujîya misilmanên rûhîngîyayî ye. Şewitandin, serjêkirin û destdirêjîya ser jinên misilman li parêzgeha Raxînê, bi ti dîn û bawerîyekê nayê pînekirin û di vê navberê de, bêdengî û sistîya civaka cîhanî, cînarên Miyanmarê, NY û ji hemîyan girîngtir Sazîya Hevkarîya Islamî, `` mirina mirovantîyê`` nîşan dide.

Potansîyeleke mezin jibo kutakirina komkujîya misilmanên rûhîngîyayî heye lê nêrîna sîyasî ya serdest û hikimdar li sazîyên berpirsê aştî û ewlehîya cîhanê û mafên mirovan, li piratîkê ew pûç û bêbandor kirine.

Di rewşeke wiha da artêşa Miyanmarê rewşê jibo qirrkirina misilmaman guncav dibîne û hevgavê vê yekê Ang San Sûçî jî li hemberî komkujîya misilmanan li Miyanmarê bêdeng maye. Helwestên bi vî rengî çaverêtîyên ji sazîyên berevanê mafên mirovan zêdetir dikin ta ku di pêşerojê de pîvanên ku li gorî wan xelata Nobêlê ya Aştîyê pêşkêşî kesekî-ê dikin, zêdetir bên hilkolandin.

Kuştina misilmanê rûhîngîyayî li ber çevên kesa ku idiaya berevanîya ji mafên mirovan dike, careka din bikaranîna mafên mirovan wek darê destan isbat dike.

Dewama rewşa niha ya misilmanên Miyanmarê ti heger û pînekirinek tineye û NY û ji hemîyan girîngtir Sazîya Hevkarîya Islamî wek imkanek di nava welatên islamî de divê zû bikevin dewrê û pêşîya jinavbirina kêmîneyekê bigirin ku rîş û kokeke dîrokî li Miyanmarê heye.

Di vî warî de Mohsên Pakayîn sefîrê berê yê Îranê li Taylendê şeva buhurî li hevpeyvîna digel Kanala 2 a televîzyona Îranê dema şirovekirina rabhorîya hebûn û jîyana misilmaman li devera Arakana Miyanmarê got: Misilman ji niştecihên sereke yên vê deverê ne û heta sala 1936`an jî zimanê gelê Arakanê, Farisî bû. Di sala 1936`an de dewleta Miyanmarê qanûnek pejirand ku ji nav 144 qewmên niştecihê vî welatî mafê welatîbûnê da 135 qewman û di vê navberê de mafê welatîbûnê neda misilmanan û ew neçarî koçberîyê kirin.