Îlon 07, 2017 18:47 Asia/Tehran
  • Işkence, berdêla rexnegirtina ji rêjîma Alê Xelîfe li Behrêyên

Sazîya Navnetewî ya Efûyê duh li raporekê ragihand, rêjîma Alê Xelîfe hela jî rexnegirên xwe digire û işkence dike.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê ragihand ku rayedarên rêjîma Alê Xelîfe her şêwazekê jibo têkbirina civaka medenî ya Behrêynê bi kar tîne û ev karana ji sala 2017`ê ve dijwar bûne.

Vê sazîya hiqûqê tekez kir ku divê têkildarî işkencekirina girtîyên sîyasî li Behryênê lêkolînên cidî pêk bên û ragihand: Çalakên mafên mirovan ên behrêynî li derveyî vî welatî jî bi destê rayedarên rêjîma Alê Xelîfê tên êşandin û dikevin ber gefxwarinan.

Behrêyn wek welatê herî piçûk ê rojavaya Asyayê li gorî ragihndina çavkanîyên mafên mirovan girtîyên sîyasî yên herî zêde hene. Eva li halekî ye ku girtîgehên ku çalak û rexnegirên sîyasî yên behrêynî di wan de ne, rewşa herî giran a li van hepsana nîşan didin.

Berteka dereng a civatên hiqûqî yên rojavayî yên wek Sazîya Navnetewî ua Efûyê li hemberî şîdetên berfire li dijî neyarên li Behrêynê li halekî ye ku ev rêjîma di bin sîya piştgirîya dewletên rojavayî ji wan dewletên ewropî de bi giranî mijûlê tepeserkirina neyaran li vî welatî ye.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`ê ve bûye qada nerazîbûnên biaştî yên gel jibo bidestxistina azadî, edalet û hatina pergaleke bijartî ser desthilatê.

Rêjîma Alê Xelîfe dewsa ku bersivê bide daxwazên gel, dest bi tepeserkirin, girtin û işkencekirina giran a wan kirîye.

Rêjîma Alê Xelîfe bi binpêkirina berfire ya mafên mirovan û tepeserkirina gel, Behrêyn kirîye hepsa mezin û işkencegeha gelê vî welatî. Rêjîma Alê Xelîfe li nav gelê vî welatî tu rewabûnek tineye û li birêvebirina vî welatî ti danûistandinek digel gelê xwe tinebûye.

Sîstema hikûmetî ya Alê Xelîfe wek ya hemî hikimdarên ereb ser bingeha dîktatorî û tepeserkirinê ye ku ti pîvaneke serdestîya gel û qanûnên dêmokiratîk têda xûya nake.

Bi ser hev de şîdetên berfire yên ku Alê Xelîfe li hemberî gelê Behryênê bi kar tîne, zêdetir ber berê nasnama vê rêjîma serkutker nîşan dane.

Helwestên navnetewî li dijî rêjîma Alê Xelîfe li halekî ne ku hevgavê ji dest çûyîna rewabûna navxweyî ya vê rêjîmê, li qada navnetewî jî wek rêjîmeke dijî mirovan û binpêkira maf û qanûnên navnetewî tê naskirin û pêrgî bêzarîya raya giştî bûye.

Alûgurên Behryênê giranbûna tepeserkirina dengê gel li vî welatî nîşan didin û di vê çarçovê de rêjîma Alê Xelîfe bi dijwarkirina tepeserkirina rexnekir û çalakên sîyasî ku nêrînên gel radigihînin, dil heye her dengekî azadîxwazîyê vemirîne û bibirre. Qedexekirina her cure xebata sîyasî û her cure rexnegirtina li Behryênê û serdestbûna zilim û sitema tayfeyî li vî welatî wê yekê nîşan dide ku Behrêyn di warên sîyasî û civakî de anegorî salên buhurî derbasî dewraneke tarîtir bûye.