Tebax 25, 2017 17:04 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê derve yê Tirkiyê û serokê Herêma Kurdistanê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li hevdîtina bi serokê Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê hevdîtin pêk anî û pêre ser refranduma cudabûna vê Herêmê gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu roja çarşemê piştî hevdîtina xwe bi serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re li civîneke çapemeniyê de got: Danûstandinên ticarî di navbera Tirkiyê û Herêma KUrdistana Iraqê ti pêwendiyeke xwe bi refrandumê re tine.

Çawûşoglu herwiha got: Rakirina ala Kurdistana Iraqê li Kerkûkê şaşitî bû, Wezîrê tirk berî hevdîtina xwe bi Barzanî re li civîna xwe ya çapemeniyê de ku wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî jî tê de beşdar bû got: Îsrara kurdan ji bo birêxistina refranduma serxwebûnê şaşitî ye. Li vê navberê de ku ev dijberiyana li hemberî refrandumê çi li derve çi jî li nav herêmê pêk tên, rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê wan davêje pişt guhê xwe û li ser refrandumê îsrarê dikin.

Îsrara rayedarên kurd ser refrandumê tevî dijberiya welatên navçê û cîhanê dibe sedema alozî û bê ser û beriyê li navçê û zêde ji viya ev îsrara ne ser xêra Herêma Kudistana Iraqê ye û ji vê herêmê re dûhatên xwe yên neyînî jî hene. Hebûna pêwendiya aborî ya Herêma Kurdistana Iraqê bi welatên navçê û bi saya hebûna ewlehiya vê navçê ji vê herêmê re poeneke erênî bûye. Lê belê ji ber şerê dewleta Iraqê li dij DAIŞ`ê û xercê giran ê vî şerî vî dewletî nekariye bûca diyarkirî ji Kurdistanê re bide ku ev mesela li kêleka derbasbûna awareyên zav nav kurdistanê û kêmbûna bihaya cîhanî ya niftê bûye sedem ku abora Herêma Kurdistana Iraqê rastî astengî ê krîzê were. Bi awayekî ku Herîma Kurdistanê li sala 2016 astî kêmhatina 406 milyon dolarî li mehê bû û kedkar û karmendên wê her 5 mehan carê karîn meaşa xwe bistînin û pêşmergeyan jî her 4 salan carê.  

Lêkolê aborî Mark De Weever dibêje: Nirxa belengaziyê li Herêma Kurdistana Iraqê piştî êrişa DAIŞê li sala 2015 gihêşte sedî 12 û xelkê herêmê ketin tengasiya malî.Dewleta navendî dixebite kêmhatina bûdcê kêmtir bike û niha ku DAIŞ li Iraqê ber bi têkçûna tam diçe hêvîdar e ku rewşa aborî ya Iraqê bi giştî beştir bibe û bi saya vê yekê rewşa aborî ya Kurdistana Iraqê jî çêtir bibe, lê belê hewldana ji bo birêxistina refranduma cudabûnê ev bedbîniya çê kiriye ku ev devera nikaribe ji ber çêbûna krîzeke aborî ya din ku dûhata vê refrandûmê ye li ber xwe bide. Lewra li nebûna piştgiriya cîhanî ji vê refrandumê û ji ber dijberiyên navxweyî li nav herêmê û tarîbûna pêşeroja cidabûna Kurdistana Iraqê, riya herî baş ku ser xêr û kara Herêma Kurdistana Iraqê ye eva ye ku li çarçova dewleta Neteweyî ya Îraqê pirsgirêkên xwe çareser bike û bi alîkariya hevdû arîşeyên curbicur ji holê rakin.