Tebax 07, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Dewama gotûbêjên Zerîf tev karbidestên navnetewî li Têhranê

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama gotûbêjên xwe tev karbidestên navnetewî tev mişêwirê serokkomarê Moxolistanê, wezîrê karên derve yê Angolayê û alîkarê serokwezîrê Kongoyê hevdîtin pêk anî.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê îranê îro duşemê tev Londig Porevsorin mişêwir û şandiyê taybete serokkomarê Moxolistanê li Têhranê gotûbêj kir.

Li vê hevdîtinê zerîf ser hevkariya du welatan li babetên curbicur û xebata dijî terorîzmê destnîşan kir.

Londig Porevsorin jî li vê hevdîtinê bilî diyarkirina kêyîfxweşiya xwe ji hizûra li Îranê got: Moxolistan pir hez dike ku hevkariyên xwe tev Îranê bi taybet li babetên Cotkarî, tranzît û transportê, hevkariyên çandî û zanîngehî û siyasî berfireh bike

Zerîf herwisa li hevdîtina tev Corc Çîkotî wezîrê karên derve yê Angolayê jî destnîşan kir: Îran û Angolayê pêwîste hevkariyên xwe zêdetir bikin û hevkariyên bankî di navbera du welatan dê bibe sebeba zêdebûna hevkariyên abûrî di navbera Îran û Angolayê.

Corc Çîkotî jî li vê hevdîtinê bilî diyarkirina kêyîfxweşiya xwe ji hizûra li Îranê û pişkdariya li rêûresma sondxwarina serokkomarê Îranê ragihand: Îran û Angolayê dixebitin hevkariyên xwe û peywendiyên xwe zêdetir bikin û Angola gelekê îlaqedare van hevkariyan berfireh bike.

Zerîf li hevdîtina tev Leonard She Okitundu (Leonardo Şî Akîtundu) alîkarê serokwezîrê Kongoyê jî li ser berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan bi taybet li babeta enerjî, cereyan, saxlemî, derman, rêçêkirin, nîşangehên ticarî, zanistî û babetên din sekinî.

Leonardo Şî Akîtundu jî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiyên başe di navbera Îranê û Kongoyê û got: Kongo neyarê boykotên dijî welatên cîhanê ye û li dirêjiya gotûbêjên navokî jî hertim piştevanê Komara îslamî ya Îranê bû.

Wî bal kişande ser xwesteka Kongoyê ji bo berfirehkirina hevkariya tev Têhranê ji Zerîf dewet kir ku seredana Kongoyê bike.

Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe ya tev Karlheinz Kopf cîgirê serokê meclisa Otrîşê herwisa ser berfireh bûna hevkariyên curbicur di navbera du welatan de bitaybet hevkariyên bankî di navbera Îran û Otrîşê sekinî û ragihand ku bona zêdebûna hevkariyên navbera du welatan pêwîst e ku gotûbêjên di navbera berpirsên derecebilind yên her du welatan de zêdetir bibe.

Cîgirê serokê meclisa Otrîşê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser ewlehiya heyî li Komara Îslamî ya Îranê û got: Bê şik xebitandina sermayê li Îranê ewlehiya tam heye.

Li hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê û cîgirê serokê meclisa Otrîşê her du aliyan li babeta meselên navçeyî û navnetewî jî gotûbêj kirin û ser pêwîstiya sekinîna li hemberî grûpên terorîstî jî pêgîrî kirin.

Rêûresma sondxwarina Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê li meclisa şêwra îslamî ya Îranê û bi hizûra 92 taximên derecebilind ji welatên cîhanê birê dikeve.

Li  merasima sondxwarinê ya dazdehemîn dewra serokkomariya Îranê  dê heşt serokkomar, 19 serokên parlemanê, 9 alîkarên serokkomar û serokwezîr, heft alîkarê serokê parlemanê, 11 wezîrên derve û 35 şandiyên taybet ên welatan, 12 alîkarên wezîrên derve, 6 serokên komên hevaltî-parlemanî û du serokên komîsyona siyaseta derve yên parlemanan beşdar bin.

Hesen Rûhanî serokkomarê heftan ê Îranê ye ku qirar e îro wekî serokkomarê Îranê li dewra dudyane serokkomariya xwe li meclisa şêwra îslamî ya Îranê sond bixwe.