Çile 14, 2021 17:59 Asia/Tehran
  • Di Şerezmûna Iqtidara deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da ejder ji binderyayiya îranî hat avêtin

Binderyayiya xwecihî ya Fatihê bo cara yekem operasiyona avêtina Ejder di qonaxadawî ya Şerezmûna Iqtidara deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da pêk anî.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Binderyayiya xwecihî ya Fatihê ku bi destê pisporên cewan ên îranî li Wezareta Berevaniyê û bi hevkariya Hêza deryayî ya artêşê hatiye çêkirin, bi avêtina ejderê û lêketina wê li hedefê, beşeke din a şiyanên xwe nîşan da.

Emîr edmîral Hemze Elî Kaviyanî, Berdevkê Şerezmûna Iqtidara deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Cihanîna operasiyona balefirên bêbalefirvan ji kiryarên din ên pêkhatî di Şerezmûna Iqtidara deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da ye.

Her wiha îro di qonaxa dawiyê ya Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da, yekîneyên vê hêzê bi avêtina cûreyên mûşekên Krûz ên deryayî, armancên xwe dan ber êrîşê.

Li gorî rapora ISNAyê, Di vê qonaxa Şerezmûna Iqtidara Deryayî-99 ya Hêza deryayî ya Artêşa Îranê da, cûreyên mûşekên Krûz ên deryayî ên bi birrên cûrbecûr, bi avêtina ji peravê û ji ser keştiyên şêrr ên Hêza deryayî ya Artêşê, armancên xwe li bakurê Oqyanûsa Hindê û navçeya gelemperî ya şerezmûnê dane ber êrîşê.

 

Serepeyv