Çile 14, 2021 17:31 Asia/Tehran
  • Binderyayiya biyanî di Şerezmûna Iqtidara Deryayî ya Artêşa Îranê da hat şopandin

Binderyayiyeke biyanî di Şerezmûna Iqtidara Deryayî ya Artêşa Îranê da hat naskirin û şopandin.

Şerezmûna Iqtidara Deryayî ya Artêşa Îranê-99 ji roja bihurî anku Çarşemiyê va li perravên Mukranê û bakurê Oqyanûsa Hindê bi amadebûna yekîneyên rûavî, binavî û asimanî yên Hêza deryayî ya Artêşê dest pê bûye.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Beşa pêwendiyên gelemperî ya Artêşê, tevgerên binderyayieke (gemiya binavî) biyanî ku dixwest li navçeya Şerezmûna Iqtidara Deryayî ya Artêşa Îranê li bakurê Oqyanûsa Hindê nêzik bibe, bi naskirina lezgîn ji aliyê helîkopterên dijî binderyayiyê va hat şopandin.

Li gorî vê raporê, binderyiya biyanî piştî haydarbûna ji vêya ku hatiye naskirin, deerdem Şerezmûna Iqtidara Deryayî ya Artêşa Îranê terikand.

 

 

Serepeyv