Kanûn 01, 2020 18:54 Asia/Tehran
  • Edmîral Husên Xanzadî: Hemî amûrên Hêza deryayî li Îranê tên berhemanîn

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Hemî amûrên hewce yên Hêza deryayî ji aliyê pisporên îranî va tên berhemanîn.

Li gorî rapora IRNAyê,  Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê, Edmîral (deryadar) Husên Xanzadî  roja Sêşemiyê  di mersima vekirina pêşangeha destkeftên lêkolînîn û pêşeyî yên  Hêza deryayî ya Artêşê got: Roja îro boykot bûne derfet û hêza deryayî bi palpiştiya şiyanên navxweyî û xwecihî pêşerojeke ronî heye.

Edmîral Xanzadî got: Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bi lêhûrbûna li ser çêkirina amûrên deryayî û çêkirina Binderyayî û keştiyên cengê bi salan e ku berhemanîna van amûran destpê kiriye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê her wiha got: Asta teknolojiya amûrên deryayî pêş ketiye û nifşeke nû ya keştî û amûrên deryayî li Îranê tên berhemanîn.

Her wiha sertîp Kiyomers Heyderî Fermandarê Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê roja Sêşemiyê di rêûrisma rêzgirtin û nasandina alîkarên hevahengkir ên Hêza bejahiyê ya artêşê, got: Hêza bejahî di warê berhemanîna tîkeyên hewce bêminet bûye.

Heyderî got: Hêza deryayî di hemî waran da ji yekîneyên zirêhî, topxane, hêza taybet a lezbertek, herikbar a hicûmî, hewanîrûz û firokeyên bêfirokevan di asta herî jor a şiyana cengî, berevanî û berhemanîna tîkeyên hewce jibo sekinîna li hemberî gefên dijmin da ye.

 

Serepeyv