Cotmeh 20, 2020 19:46 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî qedra hewildanên kedkarên Hêza Intizamî ya Îranê girt

Fermandarê mezin ê gişt hêzan û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Hefteya Hêza Intizamî li Îranê, qedra zehmetî û hewildanên kedakrên vê hêzê girt.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Fermandarê mezin ê gişt hêzan roja Sêşemiyê di peyamekê da bo serdar sertîp Husên Eşterî, Fermandarê Hêza Intizamî ya Îranê, got: Silava min bigihînin tevahiya kedkarên baş û zehmetkêş û xizmetgihan ên Hêza Intizamî.

Hezretê ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Gelê me yê ezîz qedra zehmetî û hewildanên bêrawestan ên xizmetgihanên xwe û welêt dizane û roja îro iqtidar û dilovaniyê di hêza Intizamî ya Komara Îslamî ya Îranê da hevdem hest dike û ji dahêneriyên Hêza Intiuzamî ya Komara Îslamî ya Îranê di rûbirûbûna digel Munkeran pêşwaziyê dike.

Hefteya Hêza Intizamî li Îranê ji 18ê Cotmehê va bi dirûşmeya "Gişt bi hev ra jibo ewlehî û tendurustiyê" destpê bû.

 

 

 

Serepeyv