Cotmeh 17, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 4 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 253 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar û 100 kesî bi Koronayê ketine û 253 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 4 hezar û 103 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 779 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 526 hezar û 490 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 253 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 30 hezar û 123 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 423 hezar 921 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 39 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek kesan can dane û derdora 29 milyon kes jî baş bûne.

Serepeyv