Cotmeh 16, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Danûstandina çekdariyê ya Îranê dê ji 18ê Cotmehê va destpê bibe

Berdevkê taxima nûnertiya Îranê li NY got: Îran ji 18ê Cotmeha 2020î va, dema rakirina sînordariyên çekdariyê, dê danûstandina çekdariyê pêk bîne.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ISNAyê, Elîreza Mîryûsifî, Berdevkê taxima nûnertiya Îranê li NY got: Tam diyar e ku NY û piraniya welatên endam li dijî tiştekê ne ku wek "Siyaseta zexta herîpirr a Amerîkayê dijî Îranê" tê naskirin.

Mîryûsifî got: Hewildanên Amerîkayê jibo binpêkirina zêdetir a Peymana Atomî û Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiya NY bûye sebeba tecrîda vî welatî.

Berdevkê taxima nûnertiya Îranê li NY her wiha derbarê hevkariya çekdariyê digel welatên din, got: Îranê gelek dost û şirîkên xwe yên ticarî hene û xwedan pêşeya bihêz a xwecihî ya çekdariyê ye da ku ji hewcetiyên xwe yên berevaniyê bi taybet derbarê şerxwaziyên derveyî piştrast be.

Li gorî demajoya ragihandî di Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê, ji 18ê Cotmehê va sînordariyên çekdariyê li ser Îranê dê bên rakirin.

 

Serepeyv