Cotmeh 16, 2020 13:19 Asia/Tehran
  • Rêûrisma Şîndariya rehleta Resûlê Xwedê (S) û Şehîdbûna Îmam (S) bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî

Rêûrisma Şîndariya rehleta Resûlê Xwedê (S) û Şehîdbûna Îmam (S) îro Înî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Di vê rêûrismê da ku ji ber berçavgirtina rêzikên tendurustiyê bêyî amadebûna beşdaran hatlidarxistin, Hucet ul-Islam Hamid Kaşanî di axaftinekê da bi gotina hin xalan ji jiyana nebevî û elewî, berçavgirtina nusreta Xwedê di hesaban û newestiyana ji têkoşîna di rêya Xwedê da wek du pişkên girîng ji aqilmendiyê da zanîn û got: "Li hemberî dijmin divê mirov bi hemî hêz û şiyana xwe bikeve tevgerê, lê dîroka Îslamê nîşan dide ku her derê misilman tenê ji ber pişta xwe dan babetên madî û bi wan qurre bûn, encama wê bi awayekî serneketî bûye."

Di vê rêûrismê da her wiha medahê ehlê beytê (S) bangî û nûhe xwend.

Îro Înî 28ê meha Sefera 1442an a Koça Heyvî beranberî 16ê Cotmeha 2020î salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û şehîêdbûna hezretê Îmam Hesenê Mucteba (S) Îmamê duyem ê şîeyên Cîhanê ye.

 

Serepeyv