Îlon 16, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Heta îro 16ê Îlonê; Zêde ji 352 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 410 hezar û 334 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 352 hezar û 19 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2981 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 410 hezar û 334 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 179 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 23 hezar û 632 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 30 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 940 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 21 miliyon kes jî baş bûne.

 

Serepeyv