Îlon 16, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hewla dewleta Amerîkayê jibo çalakkirina Mekanîsma Maşeyê bêencam e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hewildana Amerîkayê jibo çalakirina Mekanîsma Maşeyê (Tripple Mecanism) têkçûyî û bêencam da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Taxima Dewletê da tevî amajeya bi hewildanên Amerîkayê jibo çalakirina Mekanîsma Maşeyê, got: Mekanîsma Maşeyê jibo welatên endamê Peymana Atomî ye; Welatê ku bi awayekî xayînane terka Peymana Atomî kiriye û ew wek xerabtirîn peymana dîroka Amerîkayê daye zanîn û ji vê peymana navneteweyî derketiye, hêjatiya xwe ya axaftina derbarê Mekanîsma Maşeyê tune.

Rûhanî bi gotina vêya ku Amerîka dixwaze komployeke nû li dijî gelê Îranê destpê bike, got: Endamên Konseya Ewlehiyê û sê welatên ewropî di asta balyozan da bi aşkiratî li dijî bikaranîna Mekanîsma Maşeyê derketin; Çîn û Rûsiye jî pêşeng bûn û bi zimanekî ron dijayetiya xwe diyar kirin û endamên din ên Konseya Ewlehiyê jî dijayetî kirin, loma Amerîka nikare rêbazên heyî li Peymana Atomî jibo vegerandina boykotên Konseya Ewlehiyê dijî Îranê bi kar bîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Ji bilî Rêjîma Siyonîst û yek du welatên din ên biçûk li navçeyê ku xwe bi Koşka Sipî va zeliqandine, tu kesekî amerîkiyan li cîhanê nemaye.

Rûhanî her wiha tevî amajeya bi destpêbûna pêwendiyên Imarat û Behreynê digel Rêjîma Siyonîst, got: Mixabin desthilatdarên hin welatên ereb ên navçeyê sozdarê ramana gelê Filistînê nînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da ku hemî dûhatên xerab derbarê destpêbûna pêwendiya bi Israîlê ra li ser utiyê wan welatan e ku berovajiya rêzik û ewlehiya navçeyê, bi Rêjîma Siyonîst ra ketine têkiliyê.

 

Serepeyv