Tebax 08, 2020 19:17 Asia/Tehran
  • Itiraza Îranê li hemberî destdirêjiya firokeyên şêrr ên amerîkî li balefira rêwîhilgir a îranî

Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şandina nameyeke itirazî ji NY xwest ku Amerîkayê derbarê destdirêjiya firokeyên şêrr ên vî welatî li balefireke rêwîhilgir a îranî wek berpirs bide nasandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mecîd Text Rewançî, Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê got: Îranê bi nameyên bi vî rengî bo Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY û Konseya Ewlehiyê ya NY, itiraza xwe ya herî tund li dijî binpêkirina Amerîkayê aşkira kir.

Text Rewançî kiryara Amerîkayê ya destdirêjiya ser balefira ne-leşkerî ya Îranê li asimanê Sûriyê neqanûnî û şerxwazane da zanîn û got: Îranê dê vê mijarê bi riya saziyên navneteweyî bişopîne.

Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi gotina vêya ku kiryara firokeyên şêrr ên Amerîkayê binpêkirina aşkira ya ewlehiya asimanî û azadiya geşûtên asimanî yên ne-leşkerî li gorî Konvansiyona Navneteweyî ya Geştên Asimanî yên Ne-leşkerî ya Şîkagoyê ye, got: Kiryara bixeter a firokeyên şêrr ên amerîkî binpêkirina Konvansiyona Serkutkirina kiryarên neqanûnî yên dijî geştên asimanî yên ne-leşkerî ya Montral-1971ê ye.

Li pey destdirêjiya du firokeyên şêrr ên Amerîkayê li balefira hejmara 1152 ya Kompaniya geştên asimanî ya Mahanê li asimanê Sûriyê ku 23ê Tîrmehê ji balefirgeha navneteweyî ya Îmam Xumeynî ya Têhranê berê xwe dabû Beyrûtê, hejmareke lêniştiyên balefirê ji ber berteka belefirvên jibo ku balefir li firokeyên şêrr ên amerîkî nekeve, birîndar bûn.

 

Serepeyv