Tebax 07, 2020 22:08 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 279 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 450 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêdetir ji 279 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 450 kesên din pozetîv derketiye ku yek hezar û  145 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 322 hezar û 567 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Di mideha 24 saetên dawiyê de 156 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 18 hezar û 132 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 279 hezar 724 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 19 milyon û 282 hezar kesan ku ji wan herî kêm 718 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji  12 milyon û 377  hezar kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv