Tebax 07, 2020 21:50 Asia/Tehran
  • Pîrozbayiya salroja cejna Xedîrê Xumê

Sibê Şemî, 18 Zîheca sala 1441 Koçberiya Hîvî, 8 Tebaxa 2020an roja eyd û cejna Xedîrê Xumê ye, Ev eyda Îslamî yek ji eydên mezin ên misilmanan e.

Xedîrê Xom navê derekê di navbera Mekke û Medîneyê da ye ku pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemed (S) li sefera xwe ya Hecê ya dawîn nasyar bi Hecetulwêdaê, îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, Îmam Elî (S) wek ``Welî`` û dewsgirê xwe bi dû xwe ra diyar kir.

Pêxemberê hêjayê yê Îslamê (S) li vegeriyana xwe ya ji Hecê ya dawîn gişt misilmanên ku beşdarî merasima Hecê bûbûn li deverekê ku dibû çend rê yê bi navê Xedîrê Xomê berhev kirin û hezretê Îmam Elî (S) wek wesî û bira û dewsgirê xwe ji aliyê Xwedayê teala da nasandin . Pêxemberê hêja Hz. Muhemedê Mustefa (S) li gotareke girîng a Xedîrê Xomê got: ``Her kes ku ez mewlayê wî me, ji vê şûnda eva Elî ye ku mewlayê wî ye.

``Xelkê bawermend û Xwedêxwaz ê Îrana Îslamî di şev û roja ceşna pîroz a Xedîrê Xomê da tevî amadebûna li cih û warên mezhebî, pîrozgeh û mizgeftan, bi xemlandina wan cihan û vêxistina çirayên reng bi reng û belavkirina şirnî û şerbetan ceşna pîroz a Xedîrê Xomê pîroz dikin.

Hêja ye were gotin ku xelkê mumin ê Îranê îsal ji ber pandemiya Koronayê bi berçavgirtina protokolên tendirustiyê van cejnên eyda Xedîrê Xomê bi coşeke taybet li dar têxin. 

Li bajarên pîroz ên wekî Meşhed û Qomê cejnên hanê şikl û formeke taybet hene, xwendina mewlûdnamê û dayîna pesna Îmam ewilo ê şîeyan yek ji van bernamên taybet li şev û roja eyda Xedîrê Xomê ye. 

Radyo û têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê cejna pîroz a Xedîrê Xomê li gişt misilmanên cîhanê çi şîe û çi jî ehlê sunetê û li gişt azadîxwazên cîhanê pîroz dike.

Serepeyv