Tebax 04, 2020 15:54 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Têrorîstan û piştgirên wan dixwestin ewlehiya Îranê tûşî xetereyê bînin

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Têrorîstan û piştgirên wan dixwestin bi dagîrkirina Iraq û Sûriyê, ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê tûşî xeterên bingehîn bînin.

Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê îro Sêşemiyê di kêleka nîşangeha "Dawiya serdestiya DAIŞê û Iqtidara Bereya Berxwedanê" li Têhranê got: Heke hebûn û mêrxasiya sipehbud şehîd Qasim Silêmanî û hevriyên wî û fitwaya merceyiyet û hevrêtî û hevdiliya gel û hakimiyeta Sûriye û Iraqê nebûya, teqez dê hakimiyeta van welatan biketa destê DAIŞê û komên din ên têrorîst.

Serleşker Baqirî her wiha got: Bi rênîşandana Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û piştevaniya merceyiyet û hewildana serdar Silêmanî û hevriyên wî, Koma têrorîst a DAIŞê û komên weke wê ji nav çûn û roja îro hakimiyet û ewlehî vegeriyaye du welatên Sûriye û Iraqê.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê got: Heke têkoşîna dijî têrorîstan li Iraq û Sûriyê nehatiba kirin, wan dil hebû bi dagirkirina van welatan, ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê tûşî xetereyên bingehîn bikin.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha bi gotina vêya ku Nîşangeha  "Dawiya serdestiya DAIŞê û Iqtidara Bereya Berxwedanê" beşeke hindik ji hewildanên Bereya Berxwedanê û piştevaniyên Komara Îslamî ya Îranê jibo têkoşîna dijî komployên Istikbara Cîhanî ye, got: Ev nîşangeh nîşan dide ku çawa dijminên mirovahî û îslamê bi pêkanîna komên têrorîst hewil dan bi hovîtîyê, azadî û ewlehiya gelên navçeyê bikin ber xeterê û bêrêziyê li pîrozweriyan bikin.

Serepeyv