Heta îro 23ê Gulanê; Zêde ji 104 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 133 hezar û 521 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 104 hezar û 72 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 1869 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 133 hezar û 521 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Serokê Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 59 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 7 hezar û 359 kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye zêdetirî 5 miliyon û 325 kesî.
Ji vê hejmarê 340 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 2 miliyon û 170 hezar kes jî baş bûne.