May 23, 2020 11:01 Asia/Tehran
  • Pîrozbahî; Salvegera azadkirina Xuremşehrê

Îro Şemî, 3ê meha Xordadê (Koça Rojî), 23ê Gulanê, salvegera azadkirina Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê, di sala 1982an da ye. Ev roj di salnameya Komara Îslamî ya Îranê da wek Roja Berxwedan, Fîdakarî û Serketinê hatiye binavkirin.

Di seransserî salên tijî şanazî yên serdema Berevaniya Pîroz (şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê), rojine mezin hatine tomarkiirn ku mezinahî  û girîngiya wê hertim dê di mejiyan da bimîne û 3ê Xordadê, roja Azadkirina Xuremşehrê di şerê sepandî yê heştsalî yê Rêjîma Beisî ya Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li dijî Îranê jî ji van şanaziyan e.

Azadkirina Xuremşehrê ji armancên herî girîng ên Operasiypona Beytulmuqedesê di sala 1361ê (1982) da bû  û ev bajar piştî 578 rojan ji bin dagîrkeriya Rêjîma Beisa Iraqê hat rizgarkirin.

Lehengiya azadkirina Xuremşehrê di hemî berşlayên wê, yên leşkerî, hemaseyî û çandî, nuqteyeke girîng di dîroka Înqilaba Îslamî ya Îranê da ye û morala dijî zilmê ya gelê Îranê, roja îro bihêztir ji ebr hema wiha di riya geşatiyê da ye.

Îran û Îranî îro careke din vê boneyê bi rêzdarî bi bîr tînin.