Zêde ji 102 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê baş bûn
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand ku heya niha 102 hezar û 276 kes ji pêketiyên Koronayê başbûne û ji nexweşxane vegeriyane malên xwe.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanuş Cîhanpûr îro înê li hevpeyvîna bi nûçegihanan re diyarkir ku di nava 24 saetên borî de, 2 hezar û 311 kesên din bi Koronayê ketine. Bi vî awayî heya niha 131 hezar û 652 kes li Îranê bi koronayê ketine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê herwiha got: Di nava 24 saetên borî de 51 kesên din jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi vê awayî hejmara kesên ku heya niha ji ber vê vîrusê can dane gihêşte 7 hezar û 300 kesan.
Dr. Cîhanpûr herwiha got:ji pêketiyên teze yên Koronayê 413 kes li nexweşxanê hatin razandin û hezar û 898 kes jî demkurt hatin tedawîkirin . Ev kesana ji wan mirovan bûne ku pêwendiya xwe bi pêketiyên Koronayê hebûne.