May 22, 2020 10:18 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Roja Qudsê sembola berxwedan û yekitiya misilmanan ji bo berevaniya ji armancên îslamî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di peyamekê de bi minasibeta hilketina Roja cîhanî ya Qudsê cardin li ser prensîba bêguhertin a "Quds paytexta Filistînê" got: Lidarxistina merasima piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê li roja îna dawiyê ya meha Remezanê, mînak û sembola berxwedan û hevdilî û yekitiya misilmanan ji bo berevaniya ji armancên îslamî ye.

Li gor diyarkirina malpera ragihandinê ya serokomariyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî di vê peyama xwe de Roja cîhanî ya Qudsê wek roja mezin a qedersaz pîroz kir û pêgîrî kir ku bê şik serkevtina mezin û dawiyê ya mucahid û mirovên bi sebir û hedar e.

Ruhanî herwiha bal kişand ser piştgiriya hertim a netewê mezin ê Îranê ji armanca Filistînê û got: Netewê baqil û fehmdar ê Îranê bi saya fêrbûna ji armancên Înqilaba Îslamî û pêgîriyên Îmam Xumeynî (RE) li ser piştgiriya ji netewên mezlûm ên cîhanê bi taybet berevaniya ji gelê bêberevan ê Filistînê, hertim di warê liv û tevgerên eşkerakir pêşeng e.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de desnîşan kir ku şer û xebata li hemberî zaliman û berevaniya ji mezlûman wê berdewam bike, çûnku ev coş û viyana qahêm koka xwe di nav mekteba rohn û zelal û dershinkir a Aşûrayê de qahêm û îstem kiriye.

Îro înê roja cîhanî ya Qudsê ye îsal ji ber pandemiya vîrusa Koronayê û astengiyên çêbûyî ji ber wê , civînên fîzîkî, meşên mezin ên ji bo piştgiriya jiu gelê mezlûm ê Filistînê di roja cîhanî ya Qudsê li dar nakevin û bi tenê bi awayê mecazî merasima vê rojê tê lidarxistin.