May 22, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Îro rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi minasibeta Roja Qudsê diaxive

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê nîvroya îro bi minasibeta Roja Qudsê rasterast ji umeta îslamî re bi awayê zindî û rasterast wê ji umeta îslamî re biaxive.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê îro  îna saet 12 ser wextê Tehranê bi minasibeta hilketina Roja Cîhanî ya Qudsa Şerîf wê bi awayekî zindî û rasterast ji riya kanalên navxwe û navneteweyî yên radiyo û televîziyonê ji umeta Îslamê re biaxive.

Îsal ji ber pandemiya vîrusa Koronayê û astengiyên çêbûyî ji ber wê , civînên fîzîkî, meşên mezin ên ji bo piştgiriya jiu gelê mezlûm ê Filistînê di roja cîhanî ya Qudsê li dar nakevin û bi tenê bi awayê mecazî merasima vê rojê tê lidarxistin.

Li gor pêşniyara Xêmdarê rehmetî û mezin ê Komara Îslamî ya Îranê Hz. îmam Xumeynî (RE) roja îna dawiyê ya meha Remezanê wekî Roja Cîhanî ya Qudsê hat ragihandin. Îsal ev roja îro înê 22 Gulana 2020 hevdemê 28 Remezana 1441 Koçî Heyvî ye.

Di roja Cîhanî ya Qudsê de her sal netewên azadîxwaz ên cîhanê li welatên curbicur bêzarî û hêrsa xwe derheq cinayetên Rejîma dagîrker a Siyonîstî ku Quds qibleya yekem a Misilmanan dagîr kiriye nîşan didin û piştgiriya xwe ji gelê mezlûm ê Filistînê diyar dikin û bi dengê xwe yê bilind daxwaza azadiya Qudsa şerîf dikin.